ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2023
23 tîrmeh, 2023   23:00

- Ji bilî sedemên fizîkî yên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, aliyekî jiyana Îmraliyê ‎ku nikaribim xwe lê ragirim, tineye. Li gorî berê moral, bîrewerî û hêza îradeyê paşve ‎neçûne; berevajî  bêhtir xwe parzûn kirine, dawerivandine, bi estetîkê xwe xwedî kirine ‎û bi aliyê xweşikbûnê ve dewlemend bûne. ‎(BI WÊNE)

- Hevserokê Nivîsgeha PYD`ê ya şaxê kantona Girê Spî û hevserokê Rêveberiya kampa koçberên ‎Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber berxwedana gelên li ser fikir û felsefeya Rêber ‎Abdullah Ocalan dimeşin‏ ‏zextê li Rêbertî dike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî li ser siyaseta dersînorkirina penaberên Sûriyeyê ji xaka ‎Tirkiyeyê ber bi kantona Girê Spî ya dagirkirî ve bi armanca bicihkirinê, da û got armancên wê ‎yên xeternak di aliyê guhartina demografiya herêmê û pêkanîna hedefên dewleta Tirk li ‎herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî hene. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Dewleta Tirk‏ ‏bîra vegera li berê û hişyarkirina xewna xwe dike û hêvî dike ku piştî 2023′yan ‎Lozaneke din çêbe û tê de li ser herêmê ji aliyê aboriyê giştî ve hegemon be. Li ser mijarê ‎Erdogan niyetên xwe aşkera kiribû û gotibû, "Mosil, Kerkûk û Heleb erdên Tirkiyeyê ne" Gelo ‎em ê Lozaneke din bibînin?‎ (BI WÊNE)

- Başûrê Kurdistanê di nava aloziyên siyasî û civakî yên ji ber siyasetên şaş ên PDK`ê de maye. ‎PDK ku girîngiyê dide serwet û desthilatê, destkeftiyên li Başûr bi windabûnê re rû bi rû dihêle. ‎Çalakvan hişyariyê didin ku ev siyaset PDK`ê ber bi xeterî û talûkeyê ve dibe.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dijî 100 saliya Peymana Lozanê meşên girseyî tên lidarxistin. Di meşan de bi hezaran şêniyên li bajar û navçeyan beşdar dibin. Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Bi diruşma "Ber bi pêşerojeke baş ve" Yekitiya Dermanxaneyan a Reqayê 3.Konferansa xwe li hola Yekitiya Dermanxaneyan a Reqayê li dar dixe. Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Partiya Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk têkildarî komkujiya Til Hasil û Til Eranê li pêş navenda partiyê ya li gundê Wehşiyê ya navçeya Fafîn a Şehbayê daxuyaniyekê dide. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê li ser pêşdeçûnên siyasî yên dawî li herêmê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr panelekê dide. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA