'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'

Bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê Kongra Star a Efrîn û Şehbayê çalakiyeke protestoyê li dar xist û got, "Peymana Lozanê li dijî gelê Rojhilata Navîn, bi taybet gelê Kurd hate îmzekirin."

'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
'Em ê her peymanên li dijî Kurdan têk bibin'
23 tîrmeh, 2023   17:48
ŞEHBA

Kongra Star a Kantona Efrîn û şehbayê ji bo 100 saliya Peymana Lozanê ya ku ji ber wê her tim Kurd dihatin hedefgirtin, çalakiyeke prostestoyê li dar xist. Di çalakiyê de saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şêniyên Efrînê û Şehbayê beşdar bûn. Çalakî li qada navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Kantona Efrîn û şehbayê Elîf Şêx Mihemd axifî û diyar kir ku ew planên li dijî gelê Rojhilata Navîn qebûl nakin û got: "Ji çer ku Peymana Lozanê hatiye îmzekirin ve Kurd bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ji ber zextên dewletên Kurdistanê di nava wan de hatiye parçekirin, Kurd nikarin mafên xwe bi dest bixin. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Kurd û Kurdistan di aliyê erdnîgarî de hate parçekirin."

Elîf wiha berdewam kir: "Ji Peymana Lozanê de Kurd li dijî zextên dewletên Kurdistan di nav de hatiye parçekirin tê dikoşin. Em Kurd xwedî dîrok in û li dijî planên hebûna me hedef digirin em ê têkoşîna xwe bilind bikin û tifaqên li ser Kurdan têk bibin."

Di dawiyê de Elîf soza dewamkirina berxwedanê û têkoşînê da û got ew ê parastina xaka xwe bikin û peymanên dewletan nikarin vîna gelan têk bibin.

Her wiha bi navê Destya Jin a Kantona Efrîn û Şehba Emîne Mile Hesen axifî  û destnîşan kir ku bêhiqûqiya li dijî gelê Kurd bi Lozanê re dest pê kiriye û îro jî berdewam dike û got: “Kurd bi berxwedana xwe ya li dijî vê yekê peymanê qebûl nakin û ji hemû cîhanê re îspat kir ku ev peyman ne rewa ye.”

Emîne bal kişand ser zêdebûna êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û îşaret bi giringiya têkoşîna tifaqa Kurdistanî û siyaseta yekitiyê ya li dijî vê yekê kir.

Emîne di dawiyê de anî ziman ku dewleta Tirk ku alîgirê Peymana Lozanê ye, îro jî bi vê peymanê razî nabe û dixwaze peymanekê li gorî armancên xwe pêk bîne.

(zş)

ANHA