Cixareyekê hişt agir bi erebeyeke topên gazê bikeve

Li navçeya Çilaxa agir bi erebeyeke topên gazê ket, di encamê de ajokarê erebeyê birîndar bû.

Cixareyekê hişt agir bi erebeyeke topên gazê bikeve
23 tîrmeh, 2023   17:55
QAMIŞLO

Li gorî nûçegihanê me ji herêmê agahî dane, li gundê Kênco yê navçeya Çilaxa ya Qamişloyê agir erebeyeke topên gazê ket.

Nûçegihan destnîşan kir ku di dema belavkirina topên gazê li şêniyên gund de kesekî cixare pêxistibû û di encamê de agir bi erebeyê ket.

Şêniyên gund yekser agir vemirand û ji ber agir destê ajokarê erebeyê şewitî û zirarên madî bi erebe û topên gazê bûn.

(fr)

ANHA