Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê li 15 navendên perwerdê yên Reqa û gundewarên wê dewreya havînê ji hezar û 800 mamosteyan re vekir. Li gorî komîteyê dê gelek dewre di havînê de werin vekirin.

Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê
Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê
Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê
Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê
Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê
Ji hezar û 800 mamosteyên Reqa û gundewarên wê re dewreyên havînê
23 tîrmeh, 2023   13:56
REQA

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê 15 navend li bajêr û gundewarên wê ji mamosteyan re dewreya havînê vekirin.

Girêdayî vê yekê, hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqayê Zelîxe Ebdîn axivî û wiha got: "15 navend li Req û gundewarên wê ji bo hêsanbûna gihandina mamosteyan ji navendan re hatin vekirin. Ji eslê 6 hezar mamoste hezar û 800 mamoste tev li dewreyê bûne."

Zelîxe wiha domand: "Mamosteyên tev li dewreyê bûne, ji hêla komîte û nivîsgehên birêvebirinê ve û ji hêla xwendekar û malbatên wan ve hatin hilbijartin. Piştî nirxandina mamosteyan me biryar da ku dewreyeke havînê ji mamosteyên ku di vê dawiyê de hatine erdkarkirin vekin û yên ku asta xwe bi pêş nexistine û negihîştine asta tê xwestin."

Zelîxe destnîşan kir ku dê dewreyên din di demên pêş de ji hefteyekê heta mehekê werin vekirin, dewreyeke arşîfê, dewreyên taybet ji mamosteyên xwedî zarok re ku nikarin tev li dewreyên niha bibin, werin vekirin.

Zelîxe anî ziman dê bernameya perwerdê ya dewreyê li ser rêbazên perwerdê, rêzikname, pergala nirxandin, felsefeya perwerdê û başkirina astan di biranşan de, bin.

Zelîxe wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi hêvî ne mamoste ji bo van perwerdeyan amade bin, ji ber ku em di qonaxeke çarenûsî re derbas dibin û perwerde di vê hevkêşiyê de tiştekî hestiyar e û divê em li hember hemû astengiyên li pêş xwendinê derdikevin bisekinin."

(fr)

ANHA