′Di 6 mehan de hezar û 941 penaberên sûriyeyî ji Urdinê vegerîn′

Komîseriya NY′yê ya Kar û Barên Penaberan ragihand ku hezar û 941 penaberên Sûriyeyê ji Urdinê vegerîne Sûriyeyê.

′Di 6 mehan de hezar û 941 penaberên sûriyeyî ji Urdinê vegerîn′
23 tîrmeh, 2023   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî datayên Komîserya NY′yê ya Kar û Barên Penaberan, di 6 mehên îsal de hezar û 941 penaberên Sûriyeyê ji Urdinê vegerîne welatê xwe.

Komîseriyê li gorî datayên kanaleke Urdinê, diyar kir ku di 2023′yan de 16 hezar û 529 penaberên Sûriyeyê ji Urdin, Misir, Lubnan, Tirkiye û Iraqê vegerîne Sûriyeyê.

Li gorî komîseriyê rojane 91 û mehane 2 hezar û 755 penaberên sûriyeyî vedigerin Sûriyeyê.

(fr)