Şêniyên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

 Şêniyên bajarê Minbicê li dijî tecrîda girankirî û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Şêniyan diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin.

Şêniyên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Minbicê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
23 tîrmeh, 2023   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meş ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên li bajêr ve hat birêxistinkirin û endamên wan, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, meclisên sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbya beşdarê bûn.

Çalakvanên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û sloganên silavkirina berxwedana Îmraliyê berz kirin, ji Çerxerêya Mîzan a li navarasta bajêr dest bi meşê kir.

Meş li Çerxerêya Meseb veguherî mitîngê. Li wir piştî rêzgirtinê, endama Yekîtiya Jinên Ciwan Sîmaz Îshaq axivî. Sîmaz hemû kiryarên neheq ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Ew baş dizanin ku projeya neteweya demokratîk projeyeke ku hemû pêkhate û gelan digire nava xwe û li ser bingehê azadiyê jinê hatiye avakirin. Lewma ew dixwazin vê îradeyê têk bibin.”

Sîmaz destnîşan kir ku girankirina tecrîdê ji ber serkeftina projeya neteweya demokratîk e û soz da ku ew ê ji bo serxistina şoreşa li ser bingehê azadîxwaziya jinê pêk hatiye û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Mitîng bi dirûşmeyên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

(c)

ANHA