Li Efrînê 16 welatî hatin revandin

Çeteyên "Sultan Silêman Şah" û "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 16 welatiyên ji navçeyên Mabeta û Cindirêsê yên EFrîna dagirkirî revandin û li hember serbestberdanê pere li wan ferzkirin.

Li Efrînê 16 welatî hatin revandin
23 tîrmeh, 2023   13:32
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên "Sultan Silêman Şah" ên Tirkmenî ku bi fermana yekser a MÎT′ê kar dikin 15 welatiyên Mabeta bi hinceta ku bazirganiya simaqê dikin, revandin.

Çavkanî da zanîn ku ji bo serbestberdana wan çeteyan 100 dolar ferz kir, lê der barê çarenûsa wan tu agahî nehatin dayîn.

Li Cindirêsê, çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Hisên Bekir Silêman (48) bi hincetên derew revand.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Efrînê ji Adara 2018 ′an ve ji qetilkirin, revandin û ferzkirina pereyan da ku koçber bibin, dewam dikin.

(fr)

ANHA