Ciwanên Heleb piştgiriya berxwedana gerîla kir

Vê êvarê bi dehan ciwanên Helebê ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de meşek li dar xist.

Ciwanên Heleb piştgiriya berxwedana gerîla kir
Ciwanên Heleb piştgiriya berxwedana gerîla kir
Ciwanên Heleb piştgiriya berxwedana gerîla kir
Ciwanên Heleb piştgiriya berxwedana gerîla kir
Ciwanên Heleb piştgiriya berxwedana gerîla kir
22 tîrmeh, 2023   19:52
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi dehan ciwanên Helebê meş li dar xist.

Ciwan li pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşa a Sûriyeyê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanan û wêneyên şehîdên gerîla hildan.

Ciwan li kolanên Şêxmeqsûdê geriyan û diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Ciwan li pêş Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê kom bûn, li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir axivî û fedkariyên gerîla li çiyayên Kurdistanê pîroz kirin.

Hêva diyar kir ku dê mîna her care artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî gerîla de bi bin bikeve û dê berxwedana gerîla meşalaya nayê vemirandin bimîne.

Hêva di dawiyê de got di navbera êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de girêdaneke heye û got divê ji bo têkbirina van hemû planên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn bê bilindkirin.

(fr)

ANHA