Hêzên Ewlekariya Hundirîn emîrekî DAIŞ′ê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku hêzên wan taybet ′HAT′ bi operasyoneke taybet emîrekî çeteyên DAIŞ′ê girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn emîrekî DAIŞ′ê girt
22 tîrmeh, 2023   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî girtîna emîrekî DAIŞ′ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Hêzên me yên taybet di sibeha îro 22′yê Tîrmehê de, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê emîrekî rêxistina çeteyên DAIŞ′ê girt.

Di çarçoveya operasyonên ewlekarî yên serkeftî yên hêzên me û lêdanên ji nişkî ve yên rêxistinên çete û paqijkirina deverên me ji şaneyên wan de û piştî şopandin û komkirina zanyariyên ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî yên pispor di şerê li dijî çeteyan de, hêzên me bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke taybet ku mudahemeya yek ji veşartgehên şaneyên DAIŞ′ê li rojhilatê Dêrezorê kirin. Di encamê de emîrekî rêxistina DAIŞ′ê hate girtin û her wiha çekên ku di destê wî de hebûn, hatin desteserkirin:

Hejmara Bîksê / 1 /  Hejmara cebilxaneya Bîksê / 132 / + zincîra bîksê+ sebetanê+ parçeyên berdêl

Hejmara RPG /1/ + Hejmara heşweyên wê/2 / + Hejmara heşweyên teqemeniyê /2/

Damance /3/ + cebilxaneya wê /71/ + cercûrên wê /8/

Tivingek AK′ê tevî 782 mermiyên wê

klaşînkov Rûsî /1/ cebilxaneya wê /30/+ 14 cercûrên wê

Tivinga nêçîrê /2/ + rext /2/ + dûrbîna sibê + tivingên qindaq text /3/ + çenteyê wê/1/ + qawîş /3/ + cilên leşkerî Hejmar /2/ + pêlavên leşkerî Hejmar /1/ + qutiya cebilxane ya vala /1/ + îsbatên şexsî+ alavên peywendiy yên kesane /3/

Hêzên me lêkolînên destpêkê bi dawî dikin û bi awayekî rêk û pêk radestî dadgehê dikin.”

Hêjayî gotinê ye ku hêzên me di Tîrmehê de çend kes û emîrekî DAIŞ’ê binçav kirin û li ser şopandina her kesê ku ji bo têkbirina ewlehî û aramiyê kar dike berdewam in."