​​​​​​​25 salan têkoşîna hunerî; Koma Şehîd Serhed

Koma Şehîd Serhed a dîlanê zêdetirî 25 salan e rêya hunerê ya şehîd Hozan Serhed dişopîne.

​​​​​​​25 salan têkoşîna hunerî; Koma Şehîd Serhed
22 tîrmeh, 2023   04:35
HELEB - MIHEMED EBDO

Koma Şehîd Serhed bi rêya parastina mîrasa ji pêşiyên xwe wergirtiye; berê û niha bi hev ve girê dide û xîtabî siberojê dike.

Koma Şehîd Serhed di 1992′yan de bi destê welatiyên kantona Efrînê hate damezirandin ku parastina mîrasa folklorîk bike.

Girêdayî mijarê, Ebdurehman Îbo (78) ku ji damezirînerên komê ye, got derkeftina tevgera azadiyê ya bi rêbertiya Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî û belavkirina fikrên parastina çand û ziman, bandoreke mezin kir ku ew biryarê bidin û tevî 12 kesan komekê ava bikin.

Komê ji dema damezirandina wê ve beşdarî tevahî boneyên neteweyî bû, çi li hundirê Rojava yan jî derveyî wê, heta bi Lubnanê û Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz de.

‘KOMA KALAN’

Navê komê destpêkê ‘Koma Kalan’ bû, ji ber ku yên di komê de temenmezin bûn.

Lê piştî hunermend Hozan Serhed di 22.07.1998′an de di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, ji bo hewldanên şehîd ên gihandina dengê şoreşê ji gel re û teqeziya li ser pêkanîna rêça wî ya hunerî endamên komê biryar da ku navê komê bikin Koma Şehîd Serhed.

DÎLANÊN XWEDÎ WATE Û ÇÎROK

Kom li ser bi dehan dîlanên folklorîk dixebite û her dîlanek xwedî çîrokek e. Ji wan dîlanan;

Kenarê Rêkê: Naveroka wê çîrokê ew e; hin kes li kenarê rê ne û hevsengiyê çêdikin da ku nekevin xwarê.

Gulê Weynar: Çîroka vê ji keçeke bi navê Gulê hatiye. Yekî temenmezin li gund e, hewl dide wî îqna bike ku pê re bizewice. Ew çîrok bi rêya pêşandana dîlanên ferdî li dora endamên din ên komê tê şîrovekirin.

Sancî: Di dîlanê de kesek xwarinê dixwe, piştre nexweş dibe û nikare dîlanê bigerîne.

Fewzî Osman destnîşan kir ku kom dikare zêdetirî 28 dîlanên folklorîk ên çanda Efrînê pêşkêş bike û niha nifşê nû bi rêya dewreyan ji kesên nû tev li kom dibin û perwerde dikin.

ROLA JINAN DI KOMÊ DE

Li ser rola jinan ji endamên komê Rengîn Ehmed got tev li komê bûn da ku rêya zanakirina civakê û girêdana wê bi mîras û adetên xwe li dijî şerê taybet ê li dijî herêmê temam bikin.

Rengînê got ew dîlanên folklorîk di şahiyan de pêşkêş dikin û welatiyan li ser vegera li mîrasê teşwîq dikin.

(fr)

ANHA