‘Gefên dewleta Tirk nikarin berxwedana Rêbertî û gelên pê bawer bişikîne’

Siyasetmedar û rewşenbîrên Minbicê destnîşan kir ku gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan vîna wî û vîna gelên bi fikrên wî bawer naşikîne. Her wiha diyar kirin ku berxwedana wî, bingeha berxwedana gelên azad e.

‘Gefên dewleta Tirk nikarin berxwedana Rêbertî û gelên pê bawer bişikîne’
22 tîrmeh 2023   00:45
MINBIC

Siyasetmedar û rewşenbîrên Minbicê gefên li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kir ku ev gef vîna wî û ya gelên azad naşikîne.

`ARMANCA GEFAN ŞIKANDINA VÎNA RÊBERTÎ YE`

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rîm Derwîş diyar kir ku nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan li ser jiyana wî, gefeke rasterast e û wiha domand: “Ev ne cara yekê ye ku jiyana Rêbertî dixe xetereyê. Berê jî hewldanên jehrîkirina wî bi rêya boyaxê hebûn. Armanca van hewldanan jî, şikandina vîna wî ye. Ji ber ku fikrên wî li cîhanê belav bûn û bûn sedem ku kapîtalîzma cîhanî parçe bibe û hilweşe.”

Rîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya van gefan vîna Rêber Abdullah Ocalan û gelên azad bişikîne ku xwedî li wî derketin, li hember siyasetên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker sekinîn û demokrasiya rastîn li gorî rêgeza Rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî yê azad, ji xwe re kirin bingeh.

Rîm Derwîş wiha domand: “Gefên rojane yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda mutleq; hewldanên tunekirina wî ye. Rewşa li girtîgehê ne li gorî tenduristiya wî ye. Rû bi rûyî nexweşiyan dihêle. Tirkiye, qanûn û peymanên ku banga mafên mirovan dikin, binpê dike.”

Her wiha Rîm got hêzên navneteweyî, rêxistinên mirovî û Rêxistina Efûyê, berpirsên xetereyên li ser Rêber Abdullah Ocalan in û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide aştiyê li seranserî cîhanê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de bikuje. Ji ber ku ew sembol û jêdera aştiya cîhanî ye û berxwedana tevahî mezlûmên li cîhanê ye.”

Di dawiyê de Rîm wiha axivî: “Em bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in. Ji bo ku ev fikr bigihêje cîhanê û azadiya fîzîkî ya rêberê xwe pêk bînin dê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘FIKRÊN RÊBERTÎ KILÎTA ÇARESERIYA LI ROJHILATA NAVÎN IN’

Serokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yusif wiha anî ziman: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê projeya neteweya demokratîk, kilîta çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn, xilasiya ji pergalên dîktator ên zordest in. Ev fikr, erd li bin zordest û dewletên kapîtalîst û pergalên dîktator hejand ku li ser hesabê gelan berjewendiyên xwe pêk tînin, xwîn û xêr û berekata wan vedixwin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker e ku baş dizane ev proje li pêşiya timayên wê yên mêtinger û fireker û vejandina osmaniya rizyayî, kelem e. Ji ber wê tecrîda li ser rêberê me girantir dike û mafên wî yên herî besît binpê dike. “

Ehmed El Yusif diyar kir ku ev gef ji bo şikandina vîna Rêber Abdullah Ocalan in ku hêz û baweriya xwe ji gelê xwe û azadiya wî digire.

`TECRÎDA GIRANKIRÎ HEWLDANEKE TUNEKIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK E`

Seroka Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd wiha nêrîna xwe parve kir: “Em tecrîda li ser ronakbîr û fîlozof Abdullah Ocalan, qedexekirina hevdîtina wî bi malbat û parêzaran re şermezar dikin. Her wiha em sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî şermezar dikin.”

Ezab ev li gotinên xwe zêde kir: “Yê ku Rêber Abdullah Ocalan ji 25 salan ve dîl girtiye û tecrîdê lê ferz dike, rasterast gef lê dixwe, heman aliyê ku axa Sûriyeyê dagir dike, temenê aloziyê dirêj dike û hewl dide projeya Rêveberiya Xweser tune bike. Ev proje, ji bo dozên gelan çareserî ye.”

Di dawiyê de Ezab got: “Bi fikr û felsefeya Rêbertî, em dê dagirkeriyê tune bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

(şx)

ANHA