​​​​​​​DYA'yê careke din gefa birîna alîkariyan li Wezareta Pêşmerge xwar

Li gorî çavkaniyek ji Wezareta Pêşmerge, li hember nerakirina astengiyên li pêşiya yekxistina hêzên pêşmerge, DYA'yê  gefa birîna alîkariyan li wezaretê xwariyê.

​​​​​​​DYA'yê careke din gefa birîna alîkariyan li Wezareta Pêşmerge xwar
21 tîrmeh, 2023   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek payebilind ji Wezareta Pêşmerge ragihand, Cîgira Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li hember astengiyên li pêşiya çaksazî, yekxistina hêzên pêşmerge hişyarî daye berpirsên Başûrê Kurdistanê û ji wan xwestiye ku Wezîrê Kar û Barên Pêşmerge Şoriş Îsmaîl vegere ser erkê xwe û kar û barên xwe birêve bibe.

Şandeyeke payebilind a Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li Hewlêrê li gel serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê û fermandarên Pêşmerge civiya û hişyarên tund da wan ku heta astengiyên ku li pêşiya yekxistina hêzên Pêşmerge neyên rakirin, nikarin piştgiriya xwe ya ji bo wan berdewam bikin.

Roja 21’ê Hezîranê îsal, şandeyeke Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgira Alîkarê Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn Dana Stroull li bajarê Hewlêrê bi serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê û çend fermandarên pêşmerge re civiya. Her wiha şandeyê piştre serdana cîgirê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî kir û behsa astengiyên li pêşiya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge kir.

Çavkaniyê payebilind ji Wezareta Pêşmerge bi mercê ku navê wî neyê eşkerekirin, peyam û hişyariyên Cîgira Alîkarê Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Navîn Dana Stroull ji Dengê Amerîkayê re eşkere kir û ragihand, Amerîka ji astengiyên li pêşiya çaksazî û yekxistina hêzên pêşmerge bifikare û wiha got; “Dana Stroull ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gotiye, eger rewşa wezaretê wisa bimîne û proseya çaksaziyê û rêxistina pêşmerge neyê kirin, em nikarin piştevaniya xwe ji bo we berdewam bikin.”

Her wiha çavkaniyê ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji Dengê Amerîkayê re wiha ragihand; “Partîbûn bi temamî di kar û barên wezaretê de serwer bûye û nakokiyên heyî bi awayek eşkere tên hîskirin. Lê Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê dixwaze gav bi gav hêzên 70 û 80 yên pêşmergeyê YNK û PDKê bike yek û partîbûna di Wezareta Pêşmerge de ji holê rake.”

Hefteya borî  li Wezareta Pêşmerge careke din di navbera PDK û YNK’ê de pirsgirêk û hevrikiyek tund serî hilda ku sedema vê aloziyê jî ji ber çawaniya terfîkirina payeyên bilind ne didan hinek fermandarên pêşmerge yên YNK’ê bû.

Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Dengê Amerîkayê re ragihand, Hêzên Koalîsyonê pê dihesin ku hevrikiya tund ya di navbera YNK û PDK’ê de derbasî nav Wezareta Pêşmerge bûye û niha ber bi hilbijartinê ve diçin. Lewra Yawer da zanîn ku niha tirsa Kaolîsyona Navneteweyî ewe ku ev hevrikirya siyasî ya di navbera herdu partiyan de vegere şerê çekdarî.

Cebar Yawer diyar kir ku prosesa yekxistina hêzên pêşmerge  ji ber nakokiyên di navbera YNK û PDK’ê de xetimî ye û Koalîsyona Navnetewî jî dixwaze vê prosesê bidomîne.

Di Gulana îsalê de, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê muhleta 90 roj dabûn her du partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê û gefa li wan xwaribû ku eger di nava vê muhletê de yekrêziya xwe ava nedin, dê alîkariyên li ser wan qut bike.