13 ciwan li dijî tecrîdê tev li gerîla bûn

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, 13 ciwanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li nava refên gerîla bûn.

13 ciwan li dijî tecrîdê tev li gerîla bûn
21 tîrmeh, 2023   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya NûçeCiwanê, 13 ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngava ‘Cenga Azadiyê bi Ser Bixwin’ de ku ji aliyê Komelên Ciwan ve hatibû ragihandin, tev li nava refên gerîla bûn.

Ciwanan daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Tecrîda li ser Rêber Apo her roj girantir dibe, êdî asta tecrîdê jî derbas kiriye. Beriya çend rojan me bihîst ku dewleta Tirk nameyên gef xwerinê ji Rêber Apo re dişîne. Dewleta faşîst qirker û hov nahêle ku Rêber Apo nameyekê ji îmraliyê bişîne, lê ew bi xwe nameyan û tehdîdan ji Rêber Apo re dişînin. Tehdîd kirina Rêberekî ku bi milyonan gel pêve girêdayî ye ne tiştekî ji rêzeye, divê ku tu kes vê yekê normal nebîne. Ev kiryar dest dirêjî li nirxên gelekî pê azadiyê dikeve ye, ev kiryar ne tenê ser Rêber Apo ye ,di şexsê Rêber Apo de li ser gelên azadîxwaze di serî de gelê Kurde. Her wiha li ser rihê ciwantiyê ku di şexsê Rêber Apo de bi kok dibe ye, ji bo vê em wekî ciwanên kurdistanê vê wekî metirsiyek mezin li ser Rêber Apo dibînin.

Dema ku mijar bibe Rêber Apo êdî em her tiştî didin ber çavan. Ji ber ku tehdîdkirina Rêberekî bi deh hezaran fedayîyên xwe hene ne hêsane, ev kiryarên li ser Rêber Apo  ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve tên meşandin ji bo me sedeme ku em qiyametê rabikin, wê dewleta Tirk hesabê vê giran bide, em jî îro li virin ku em hesab bixwazin. Em jî wekî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan seferberî ragihandin, em jî beşdarî vê seferberiyê dibin. Em dizanin ku hesabxwestina herî mezin ji dijmin derb lêdana dijmine, ev yek jî li çiyayên kurdistanê di nava refên gerîlla de pêkane, em beşdarî gerîlla dibin ku em hesab ji dijmin bixwazin. Em dibêjin kesek nikare roja me tarî bike, destê ku dirêjî nirxên me bibe emê wî destî bibirin û bavêjin li sergoyê dîrokê. Em li vir banga her ciwanekî dikin ku werin li nirxên xwe xwedî derkevin.

Cenga azadiyê bi ser bixin, bê Rêber Apo jiyan nabe, bijî berxwedana gerîla a li hemberî dagirkeran.”