Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kir
21 tîrmeh, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.