​​Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê – 6

​​Di salvegera 11`emîn de Şoreşa 19`ê Tîrmehê – 6
20 tîrmeh, 2023   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

11 sal piştî destpêkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku damezirandina Rêveberiya Xweser girîngtirîn destkeftiyên wê bû, êrişên gelek aliyên xwecih, herêmî û navneteweyî yên li djiî şoreşê zêde dibin.

Her ku Şoreşa 19′ê Tîrmehê ya 2012′an gavekê bi pêş ve diavêje, êrişên ji bo têkbirin û tunekirina şoreşê zêde dibin.

Bi pêketina çirûska şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, hêzên dijber diranên xwe tûj kirin û di aliyên siyasî, fikrî, leşkerî, çandî û aborî de Ii dijî şoreşê û destkeftiyên wê êriş pêk anîn.

Heman hêzan di 10′ê Adara 2012′an de anku beriya ragihandina Şoreşa 19′ê Tîrmehê bi çend mehan, êrişî taxa Şêxmeqsûdê kir. Di wan êrişan de endama Yekitiya Star (Kongra Star) û endama Meclisa Gel a taxê Gulê Selmo şehîd bû.

Di dawiya 2012′an de, dewleta Tirk a dagirker di sînorê xwe re komên çeteyan derbasî bajarê Serêkaniyê kirin.

Di 2013′an e jî komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser hev êrişî kantona Efrînê kir û hewl da herêmê dagir bikin.

Piştî ragihandina rêveberiyên xweser ên demokratîk ên kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê (Çileya 2014′an), serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî gotibû "Li Rojava şoreş tune ye”. Barzanî bi vê jî nekir, lê belê treksên xwe anîn û di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xendek kolandin. Di Hezîrana heman salê de li Urdinê civînek hate lidarxistin û PDK, dewleta Tirk û aliyên navneteweyî beşdar bûn.

Piştî civînê, DAIŞ hat damezirandin. Çend roj piştî wê jî artêşa Iraqê bêyî ku li ber xwe bide, bêyî ku guleyekê jî biteqîne, hemû çekên xwe yên giran û sivik hiştin û bajarê Mûsilê radestî wan çeteyan kir.

Çeteyên DAIŞ′ê bi wan çekan di 3′yê Tebaxa 2014′an de êrişî Şengalê kir. Bi hezaran xelkê Şengalê qetil kirin, tecawiz li jinan kir û ew revandin. Beriya ku çete êriş bikin çekdarên PDK′ê û artêşa Iraqê ji herêmê reviyan.

Di 15′ê Îlona 2014′an de deweta Tirk berê çeteyên DAIŞ′ê yên ku qaşo ji bo "hilweşandina rejîmê" hatine avakirin, da Kobanê ku şerê Rêveberiya Xweser bikin.

Berxwedana ku 134 rojan li Kobanê hate raberkirin, li cîhanê deng veda. Tevahî cîhanê piştgirî da Kurdan. Berxwedana Kobanê bi serkeftina li hember çeteyên DAIŞ`ê tacîdar bû.

Piştî wê di 10′ê Cotmeha 2015′an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate damezirandin û bû hêza tevahî sûriyeyiyan. QSD`ê di nava xwe de ciwanên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Çeçen, Tirkmen û Çerkes hembêz kirin û operasyonên rizgarkirinê dan destpêkirin.

Di 2016′an de anku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ′ê li Minbicê (15′ê Tebaxa 2016′an), dewleta Tirk a dagirker di 24′ê Tebaxê de ji Babê û bi erêkirina navneteweyî dest bi dagirkirina herêmên Sûriyeyê kir.

Rojekê beriya dagirkeriya dewleta Tirk, rayedarên PDK′ê li Tirkiyeyê bûn.

Dema ku QSD′ê berê şervanên xwe da rizgarkirina bajarên Tebqa û Reqayê (2017′an) ku wê demê paytexta qaşo “xîlafeta îslamê” li ber ketinê bû, dewleta Tirk yekem car êrişa hewayî li dijî herêmê pêk anî û di 25′ê Nîsana 2017′an de Qereçox bombebaran kir. Tê zanîn ku wê demê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê de bû.

Di demekê de ku çavê her kesî li Reqayê bû û li benda têkçûna çeteyên DAIŞ′ê bûn, PDK′ê di 25′ê Îlona 2017′an de referanduma ji bo serxwebûnê pêk anî. Di encamê de bajarê Kerkûkê ji dest da (10′ê Cotmeha 2017′an).

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ′ê li Reqayê (20′ê Cotmeh 2017′an), Rûsyayê hêzên xwe ji Efrînê vekişandin. Dewleta Tirk di 20`ê Çileya 2018`an de li dijî Efrîn êriş dest pê kir. Efrîn piştî berxwedaneke efsanewî ya 58 rojan dom kir, di 18′ê Adara 2018′an de hat dagirkirin.

Di 9′ê Cotmeha 2019′an de, hemwextî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji baregehên xwe, artêşa Tirk a dagirker êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Êriş bi dagirkirina her du bajaran dewam kirin.

Êriş ne leşkerî bûn, di heman demê de deriyên sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ku di dema serweriya çeteyên DAIŞ′ê de vekirî bûn, piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan hatin girtin.

Ne tenê dewleta Tirk dorpêç danî ser herêmê, lê belê hikumeta Şamê û PDK′ê jî dorpêç weke çekekê ji bo tengavkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anî.

Di aliyê navneteweyî de jî dorpêç li ser herêmê hat ferzkirin. Deriyê Til Koçer ê li ser sînorê Sûriye-Iraqê bi Vetoya Rûsya û Çînê di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li pêş derbasbûna alîkariyên mirovî yên navneteweyî hat girtin (2020).

Lê li aliyê din deriyên di bin kontrola komên cîhadîst û yên di “lîsteyên terorê” de vekirî hiştin.

Li kêlek dorpêça aborî, PDK′ê û dûvikê wê (ENKS) hewl dan Rêveberiya Xweser teşhîr bikin û gelek caran daxuyaniyên dijberî Rêveberiya Xweser dan.

ENKS′ê her wiha hemû hewldanên yekkirina mala Kurdî bi bin xistin û betalkirina sîstema hevserokatiyê û guherandina meteryalên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser bi meteryalên rejîma Baasê, wekî şerê serxistina van hewldana danî.

PDK′ê û ENKS′ê tenê bi wê jî nekir, lê belê di salên dawî de hewl da dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rewa bikin. Rêveberên ENKS′ê gelek caran daxuyanî dan û banga vegerê li koçberên ji wan herêman kir. Her wiha Komeleya Barzanî ya Xêrxwaziyê jî şaxên xwe li Efrînê vekirin.

Ev êriş heta roja îro jî dewam dikin. Hikumeta Şamê diyaloga bi Rêveberiya Xweser re red dike, dewleta Tirk a dagirker êrişên bejahî û hewayî nasekinîne û li nava qada navneteweyî jî ji bo pêkanîna êrişên berfirehtir li bazariyan digere.

PDK′ê rojekê jî ji bo sazkirina planên dijberî Rêveberiya Xweser û tevgera kurdî serdana ji Tirkiyeyê re nesekinandiye.

(fr/c)

ANHA