Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma "19'ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan û demokratîkbûna Sûriyeyê ye" pîroz kir.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
19 tîrmeh, 2023   17:38
ŞEHBA

Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê salvegera 11'emîna Şoreşa 19'ê Tîrmehê li qada çalakiyan a li gundê Maratê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê pîroz kir.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir bi navê meclisa kantonê axivî. Zelûx Bekir bal kişand ser destkeftiyên şoreşê û astengiyên li pêşiya şoreşê.

Zelûx Bekir li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê jî banga xurtkirina têkoşînê li şêniyan kir û got: "Em sala bê bikin sala rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadî û demokratîkirina Sûriyeyê."

Endamê Meclisa Rûspiyên Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed El Xişan jî û diyar kir ku bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê re gelên Kurd, Tirkmen û Ereb li hemberî pergalên serdest serî hildan û pêşengiya projeya neteweya demokratîk dikir.

El Xişan li dijî çavnebariyên dagirkeran û hevkarên wan  û ji bo rizgarkirina Efrînê banga hevgirtin û pêşxistina rêgeza şerê gel ê şoreşgerî kir.

Piştî axaftinan, hunermend Fatma Bîlal û Koma Çiyayê Kurmênc hinek stranên şoreşgerî û folklorî gotin.

Hunermend Rêzan Bekir jî stran gotin û beşdaran li ber stranên wî xelekên govendê gerandin.

(bb)

ANHA