Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên salvegera şoreşê dest pê kirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên salvegera 11'emîn a salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kirin.

19 tîrmeh, 2023   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên salvegera 11'emîna salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir.

Şênî ku ji 7 heta 70 salî bi cilên xwe yên neteweyî berî dan qadên pîrozbahiyê. Qadên pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîdên Şoreşa 19'ê Tîrmehê, alên TEV-DEM, saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî hatine xemilandin. Her wiha pankartên bi nîvîsên "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û neteweya demokratîk mîsoger bikin" hatin daliqandin.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê li qada Şehîd Egîd a naverasta bajarê Kobanê  salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz dikin.

Dê bi navê Rêveberiya Xweser, Kongra Star û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê axaftin werin kirin.

Her wiha dê ji aliyê komên hunerê yên girêdayê Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dê çalakiyên hunerî werin lidarxistin.

QAMIŞLO

Bi heman armancê hezaran şêniyên bajarê Qamişlo, navçeyên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê yên girêdayî kantona Qamişloyê li Stada Heysem Kiço ya bajarê Qamişloyê kom bûne.

Dê bi navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin werin kirn. Piştre Koma Şehîd Zîlan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê, Koma Şehîd Sakîne ya girêdayê Tevgera Hîlala Zêrîn û hunermend Baran Dilbuhar dê stranan pêşkêş bikin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên bajar û xelkê navçeya Til Birakê pîrozbahî li Parka 4'ê Nîsanê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de dê bi navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin werin kirin.

Her wiha dê Koma Serdem a mûzîkê, Koma Tolhildan, hunermed Talib Xelîl û helbestvan Ferhad Merdê hunerên xwe pêşkêş bikin.

DÊRIK

Li Parka Dicle ya bajarê Dêrikê jî bi beşdarbûna şêniyên bajar û gundên Koçeratê pîrozbahî dest pê kir. Dê bi navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star wê axaftin werin kirin.

Piştî axaftinan dê Koma Alefteriya û Koma Şehîd Serhed ên stranan, hunermend Hesen Dêrik û Sozdar Efrîn bistirên.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî pîrozbahî li hola Navenda Hêzên Parastina Civakê ya navçeyê dest pê kir. Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Di pîrozbahiyê de bi navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star dê axaftin werin kirin.

Piştî axaftinan dê Koma Cûdî, Koma Wekbar, Koma Ezîz Ereb û hunermend Ridwan Dêrik stranan pêşkêş bikin.

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Hola Yekitiya Werzîşê ya bajar organize kiriye.

Dê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) axaftin werin kirin. Piştre dê hejmarek hunermendên ji Tebqa û Minbicê stranan bêjin.

REQA, ŞEHBA, DIRBÊSIYÊ, ŞEDADÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vxlywIV41B4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Reqayê pîrozbahî li Stada Beledî saet di 17:00'an de dest pê kir. Li Şehbayê jî pîrozbahî li gundê Maretê saet di 17:00'an de dest pê kir. Li parka Şehîd Zevîn a navçeya Dirbêsiyê jî pîrozbahî saet 17:00'an de dest pê kir û li Parka Rêbertî ya navçeya Şedadê jî pîrozbahî saet 18:00'an de dest pê kir.

HELEB

Li herêma Cebanat a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî pîrozbahî saet 20:00'an de dest pê kir. Bi navê Kongra Star û şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê axaftin werin kirin.

4 komên stranan (2 ji Şehbayê ne) dê stranan pêşkêş bikin. Dê komên dîlanan jî hunerên xwepêşkêş bikin.

(bb)

ANHA