​​​​​​​Li Girkê Legê qada şahiya 19′ê Tîrmehê hate xemilandin

Vê êvarê, komîteya çalakiyan li Girkê Legê dest bi xemilandin û amadekirina hola şahiyê kir. Ji ber ku sibe şahiya salvegera Şoreşa 19′ê Tîrmehê tê lidarxistin.

​​​​​​​Li Girkê Legê qada şahiya 19′ê Tîrmehê hate xemilandin
18 tîrmeh, 2023   18:50
QAMIŞLO

Komîteya çalakiyan vê êvarê li Girkê Legê qada Navenda Hêzên Parastina Civakê ji bo lidarxistina şahiya mezin a salvegera Şoreşa 19′ê Tîrmehê xemiland. Dê sibe şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer beşdar bin.

/ar/uploads/files/2023/07/18/175038_000000000.webp

Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser, pankartên "Bi rihê Şoreşa 19′ê Tîrmehê em ê Rêber Apo azad bikin û neteweya demokratîk misoger bikin" hate xemilandin.

Di xemilandina qadê de, endamên meclisên sivîl, xizmetguzarî, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

(fr)

ANHA