Hemleya haştagê ya naskirina Rêveberiya Xweser hate destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê êvarê, hemleya haştagê ya ji bo naskirina fermi ya Rêveberiya Xweser da destpêkirin.

Hemleya haştagê ya naskirina Rêveberiya Xweser hate destpêkirin
18 tîrmeh, 2023   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî salvegera 11′an a destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser bi rêya daîreya ragihandinê destpêkirina hemleya haştagê ya naskirina Rêveberiya Xweser ragihand.

Hemle saet di 20.00′an vê êvarê bi dema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi haştaga ( # Status4NorthAndEastSyria) di nava beşdariya girseyî li ser medyayên dîjîtal de dest pê kir.

Gelek rewşenbîr û akademisyenên Başûrê Kurdistanê bi nameyekê piştgiriya xwe ji hemleyê re nîşan da.

(fr) ‏