Dewleta Tirk ciwanek bi panzerê qetil kir

Li kantona Girê Spî ya dagirkerî panzereke artêşa dewleta Tirk a dagirker pê li ciwanekî kir û ew qetil kir.

Dewleta Tirk ciwanek bi panzerê qetil kir
18 tîrmeh, 2023   11:21
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine bidestxistin, panzereke dewleta Tirk a dagirker pê li ciwanê bi navê Fayîz Elî El Heco kir.

Fayîz El Heco bi giranî birîndar bû û ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

El Heco ji gundê Kefîfe ê Girê Spî ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe ji 9`ê Cotmeha 2019`an de kantona Girê Spî dagir kiriye.

(c)

ANHA