Li 6 navendên herêma Cizîrê pîrozbahiyên salvegera şoreşê

Bi minasebeta salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê sibê li ser asta herêma Cizîrê li 6 navendan pîrozbahî tên lidarxistin.

Li 6 navendên herêma Cizîrê pîrozbahiyên salvegera şoreşê
18 tîrmeh, 2023   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji bo pîrozkirina salvegera 11`emîn a Şoreşa 19`ê Trmehê amade dikin. Bi vê minasebetê sibê (19`ê Tîrmehê) li ser asta herêma Cizîrê li gelek bajar û navçeyan pîrozbahî tên lidarxistin.

Pîrozbahiyên salvegera şoreşê yên îsal bi dirûşmeya “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Rêber Apo azad bikin û netewa demokratîk misoger bikin” tên lidarxistin.

Navend û cihên ku pîrozbahî lê werin lidarxistin bi vî rengî ne:

Qamişlo

Cih: Stadyuma Heysem Kiço. Şêniyên navçeyên Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê beşdarî pîrozbahiyê dibin.

Dêrik

Cih: Parka Dîcle

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa jî beşdarî pîrozbahiya li Girkê Legê dibin.

DIRBÊSIYÊ

Cih: Parka Şehîd Zevîn. Şêniyê navçeya Til Temir jî beşdarî heman pîrozbahiyê dibin.

HESEKÊ

Cih: Parka 4`ê Nîsanê. Xelkê navçeya Til Birakê jî tevlê dibe.

Şedadê

Cih: Navenda navçeyê. Şêniyên Erîşe jî tevlî pîrozbahiyê dibin.

Pîrozbahiyên li hemû navendan saet di 19:00`an de dest pê dikin.

Dê di pîrozbahiyan de li ser navê pêkhateyên herêmê axaftin werin kirin. Komên stran û dîlanê yên girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê dê hunera xwe pêşkêş bikin.

(c)

ANHA