Tirkiye û Erebistana Siûdî peyman îmze kirin

Tirkiye û Erebistana Siûdî di warên razemenî û parastinê de peyman îmze kirin. Dewleta Tirk bi van peymana dixwaze ji qeyrana aborî derkeve.

Tirkiye û Erebistana Siûdî peyman îmze kirin
18 tîrmeh, 2023   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Erebistana Siûdî, Recep Tayyîp Erdogan û Bin Selman hevdîtin pêk anîn. Hate gotin, her du aliyan têkiliyên di navbera her du welatan de, asoyên tevkariyê û derfetên pêşxistina gelek qadan gotûbêj kirin û geşedanên herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.

Li gorî Ajansa WAS a Erebistana Siûdî, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê 3 peymanên tevkariyê di qadên razemenî, ragihandin û planeke ji bo pêkanînê tevkariyê di warê pîşesaziya parastin, lêkolîn û pêşxistinê de îmze kirin. Hate gotin ku her du aliyan du peyman bi şîrketa Baykar a parastinê, nemaze balafirên bêmirov, îmze kirin.

Têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê di sala 2018'an de anku piştî qetilkirina rojnamevan Cemal Xaşiqçî li konsolosxanaya Erebistana Siûdî ya li Tirkiyeyê aloz bûbûn. Têkilî di Nîsana 2022'yan de hatin sererastkirin û ji wê demê de ev serdana duyemîn a Erdogan a li Sûdiyiyê ye.

Edogan di serdana xwe ya li Kendavê de hewl dide aboriya xwe ya hilweşiyaye geş bike.

Desteka ku Erebistana Siûdî û Îmaratê piştî erdhejê da Tirkiyeyê, heta astekê zextên aborî yên li ser Erdogan kêm kirin, her wiha bandor li encamên hilbijartinên dawîn ên serokkomariya Tirkiyeyê jî kir.

(bb)