Li Ezazê di şerê malbatan de 7 kes birîndar bûn

Li gundewarê bajarê Ezazê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û wekî “herêmeke ewle” tê nîşandan, di şerê du malbatan de 7 kes birîndar bûn.

Li Ezazê di şerê malbatan de 7 kes birîndar bûn
18 tîrmeh, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Ezîziyê yê girêdayî navçeya Exterîn a bajarê Ezazê yê dagirkirî di navbera du malbatan de şer derket. Di encamê de ji her du malbatan 7 kes birîndar bûn.

Di 7'ê Tîrmehê de jî li bajarê Babê yê dagirkirî di navbera malbatên Al Necar û Al Qedranî de şer derketibû û di encamê de jinek birîndar bibû.

Tê destnîşankirin ku herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ku wekî herêmên “ewle” tên nîşandan, bûne navendên şer û gendeliyê.

(bb)