Li Eyn Îsayê 2 leşkerên Şamê birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encamê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

Li Eyn Îsayê 2 leşkerên Şamê birîndar bûn
17 tîrmeh, 2023   07:09
EYN ÎSA

Nûçegihanên me ji qadê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di saetên destpêkê yên vê sibehê de, nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya di navbera gundên Hiwêcê û Tîba yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê de topbaran kir. Di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

Têkildarî rewşa her du leşkerên birîndar agahî bi dest neketin.

Li herêmê bêdengî serwer e.

(bb)

ANHA