Li Qirimê teqîn: 2 kes hatin kuştin

Vê berbangê li Pira Qirimê ya di navbera nîvgirava Qirimê û Rûsyayê de teqînek çêbû û di encamê de 2 kes hatin kuştin. Rûsyayê Ukrayna bi teqînê tawanbar kir.

Li Qirimê teqîn: 2 kes hatin kuştin
17 tîrmeh, 2023   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Rûsyayê ragihand ku teqîna vê berbangê li pira Qirimê pêk hatiye, êrişeke “terorê” ye û bi rêya 2 keştiyên bêmirov ên Ukraynayê pêk hatiye.

Komîteyê da zanîn ku êriş saet 03:05`ê berbang li gorî dema Rûsyayê pêk hatiye û di encamê de rêya erebeyan a li ser pirê zirar dîtiye. Her wiha diyar kir ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye vekirin.

Di teqînê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û tevgera çûn û hatinê hat rawestandin.

(c)