​​​​​​​Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misirê: Doza Rêber Abdullah Ocalan li NY’ê hatiye pêşkêşkirin

Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misirê Ela Selame destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan yek ji dozên mirovî yên herî girîng e û bang li berpirsên mafên mirovan kir ku piştgiriya vê dozê bikin û wê bigihînin cîhanê. Her wiha diyar kir ku ew doz li Meclisa Navneteweyî ya Mafên Mirovan a li Cinevê hatiye pêşkêşkirin.

​​​​​​​Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misirê: Doza Rêber Abdullah Ocalan li NY’ê hatiye pêşkêşkirin
17 tîrmeh, 2023   04:45
QAHÎRE – MUHSIM EL MISRÎ

Hiqûqnas û şêwirmendê misirî Ela Selame destnîşan kir ku di civîna dawîn a Meclisa Navneteweyî ya Mafên Mirovan a li Cinevê de doza Rêber Abdullah Ocalan hatiye nîqaşkirin.

Selame ji ajansa me re got: “Min doz pêşkêşî yek ji rêxistinên civaka sivîl kir ku ew jî di warê mafên mirovan de dixebite. Wê jî doz derbasî serokê Meclisa Mafên Mirovan kir û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî diyar kirin. Her wiha bal kişand ser veşartina rewşa wî ya tenduristî û derûnî û qedexeya hevdîtina parêzer, malbat û rêxistinên navneteweyî pê re.”

Rêber Abdullah Ocalan ji nêzî 25 salan ve di rewşeke xerab de li girtîgeha Îmraliyê dîlgirtî ye û li ser wî tecrîdeke giran tê meşandin û gefên kuştinê tên xwarin.

Selame wiha domand: “Niha doz tê lêkolînkirin û dê biryarên guncaw der barê wê de bên dayîn, ji bo naskirina geşedanên dawîn jî danûstandin bi rêxistinên berpirs re heye.”

Selame piştrast kir ku serokê Meclisa Mafên Mirovan bi xwe dosya wergirt lê belê ew berî taqîkirina agahiyên di dosyeyan de nêrînên xwe nade.

Selame wiha lê zêde kir: “Dosya bi fermî li endamên meclisê nehat pêşkêşkirin lê belê bi awayekî kesane ji bo serokê meclisê ji aliyê rêxistinê ve hat pêşkêşkirin.”

Selame destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî û girîng e û got: “Ji mafê her kesî ye ku mafên xwe bi dest bixe heta ku girtî be jî, nexasim ku qanûnên navneteweyî vê yekê piştrast dikin. Bi taybetî jî Rêber Abdullah Ocalan xwedî dozekê ye û ji ber fikrê xwe hatiye dîlgirtin, ji ber wê jî gelek kesên ku di warê mafên mirovan de dixebitin girîngî dane doza wî.”

DI NAVBERA OCALAN Û MANDELA DE

Der barê bêdengiya navneteweyî û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, Selame got: “Doz di çapemeniyê de bi awayê pêwîst nehat ragihandin ku piraniya dewletên cîhanê pê agahdar bin. Li gor doza Nelson Mandela em şaş man ku gelek rêxistinên navneteweyî tu agahiyên der barê vê mijatê de nizanin.”

Selame wiha pê de çû: “Çareseriya herî guncaw a doza Rêber Abdullah Ocalan ew e ku doza wî li seranserî cîhanê bê belavkirin û ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî ve zext bê kirin da ku rê li ber serdanên parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan bê vekirin. Careke din li doza wî bê vegerîn. Divê navend û komeleyên hiqûqî zextê li gor qanûnên navneteweyî zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin.”

Selame di dawiya axaftina xwe peyamek da şopdar û alîgirên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Divê çalakî û fişarê navneteweyî berdewam bike, da ku cîhan vê dozê nas bike. Kî li dû heqê xwe be, helbet dê bi dest bixe.”

(mh/şx)

ANHA