JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 4

JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 4
17 tîrmeh, 2023   00:07
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Bi serdestiya împaratoriyên baviksalar re, bingeha sereke ya baweriyên bingehîn ên xwedawendan ên herî kevn ên li rojhilat û rojavayê Firatê, hatin jinavbirin û hewl dan jiyana li ser rêgeha baweriyên xwedawendî tune bikin.

Xwedawend Kûbaba li xeta Cerablûs-Ezaz-Marê kokên xwe berdane. Wek xwedawenda sereke ya Mîrektiya Karkemîşê û dayika xwedawenda Huriyan Kîbeleyê tê zanîn. Her wiha jê re dibêjin xwedawenda bereket û şer jî û wek dayika gelek xwedawendên li Anatolyayê tê nasîn. Jixwe navê xwe ji peyva ‘kûg’ a bi zimanê sumerî digire ku wateya wê ‘dayik’ e.

Di Mîrektiya Karkemîşê de xwedawenda sereke ye û şêniyên wê mîrektiyê nêzî 800 salan bazirganî û çandinî dikir. Çanda xwedawend Kûbaba ji Frîgiyan heta Hîtîtiyan bandor li gelek şaristaniyan kir. Di encama kolandinên arkeolojîk ên îro de tê texmînkirin ku Kîbele ku çanda xwedavenda dayikê ya Mezopotamyaya Jorîn û Anatolyayê ye, bi îlhama xwedawend Kûbaba li bajarên cuda belav bûye û navê wê guheriye.

LI ROJAVA

Cihê ki Kûbaba lê serwer bû, îro beşeke wê ya mezin di nava sînorên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye. Mîrektiya Karkemîşê cihê baweriya Kûbaba bû û ji herêma Şehbayê heta Cerablûs, Bab, Kobanê û Kîlîs û Dîlokê digire nava xwe.

Bermahiyên kevnar li Marê, Ezaz, Cerablusê, daneyên li Tişrînê hatine bidestxistin, navên wekî Girê Înana, Şikefta Keçika û bermahiyên kevnar, her wiha şopên çanda xwedawenda dayikê li vê axê li ser kevalên mîrektiyên Alalah, Ebra û Marî hatine dîtin, şopên çanda xwedawenda sereke li van deveran nîşan didin.

PIŞTÎ ZÎHNIYETA BAVIKSALAR HEWL DAN TUNE BIKIN

Li gorî agahiyên di kevalên mîrektiyên Alalah, Ebla û Marî de hatine dayîn, Karkemîş girêdayî Marê bû ku niha bajarokekî Şehbayê ye. Karkemîşê di sedsala 9'an a beriya zayînê de serxwebûna xwe ji dest da û ket nava şaristaniyên Asûrî, Babîl û piştre Romayê ku împaratoriyên baviksalar bûn. Sîstema baweriyê ya Kûbaba hat têkbirin û hewl dan jiyana li ser bingeha xwedawendiyê tune bikin. Ev herêm piştî Serdema Navîn jî bi temamî hate terikandin.

SEMBOLÊN KÛBABAYÊ Û WATEYÊN WAN

Xwedawend Kûbaba, bi navên Kubebe ve Kîbele jî tê nasîn lê kengî derketiya holê, baş nayê zanîn. Di berhemên dîrokî de xwedawend Kûbaba gelek caran di destekî xwe de hinar û di destê din de jî neynikekê digire. Li pêyên wê jî çarixên serê wan tûj hene. Hinar; bereket, mişehî, hilberandin, têkneçûnê, berhemdarî û hêzê dinimîne, neynik jî sembola mêtî û bedewiyê ye. Sembolên wê yên herî girîng Heyv û şêr in. Şêr; hêz, îrade û edaletê; Heyv, guherîna berdewam a mirin û jiyanê dinimîne.

Tê diyarkirin ku navê Kûbaba cara yekemîn di sala 2000'î ya beriya zayînê de di kevalên Kultepeyê yên bazirganên Asûrî de hatiye dîtin. Li vir kevalek hatiye peydakirin û di wê kevalê de Kûbaba di destekî wê de hinar û di destê din de jî neynikek xuya dike.

Li gorî texmînan ew kevala salên 850-750'î yên beriya zayînê, xwedawend Kûbaba nîşan dide.

ARKEOLOGAN BERHEMÊN KEVNAR DIZÎNE

Arkeologên Îngilîz di sala 1910'an de li herêmên şaristaniya Karkemîşê dest bi kolandinê kir. Peyker û bermahiyên perestgehan bi qaçaxî birin Londonê. Yekemîn agahiyên arkeolojîk ên li ser xwedawend Kûbaba û şaristaniya wê di sala 1986'an de hat dîtin. Hikumeta Şamê jî di navbera salên 2006-2010'an de li deverên Ezaz, Bab û Cerablusê kolandin kirin û gelek pere û peykerên wêneyên xwedawend Kûbaba li ser hebûn, peyda kirin.

XETA XWEDAWENDÊ DAGIR KIRIN

Xeta xwedawend Kûbaba ya Cerablûs-Ezaz-Marê bi êrişan re rû bi rû bû. Cerablûs ku bajareke xwedawend Kubaba ye, di sala 2012'an de rastî êrişa çeteyên El Nusra hat û di Çileya 2014'an de di encama lihevkirina çeteyên El Nusra û DAIŞ'ê de, bajar ket destê DAIŞ'ê. Dewleta Tirk di salvegera 500’emîn a Mercîdabiqê de (24'ê Tebaxa 2016'an) bi DAIŞ'ê re tifaq kir û Cerablûs dagir kir, piştre jî bajarên Bab û Ezaz.

Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de jî êrişî Efrînê kir ku çanda xwedawenda dayik lê dewam dikir. Efrînê 58 rojan li dijî êrişan li ber xwe da û wek ‘Berxwedana Serdemê’ kete nava rûpelên dîrokê. Di vê berxwedanê de hezar û 500 cangorî şehîd bûn.

XWEDAWENDA SERDEMÊ KU BÛ FEADIYA KOKA XWE

Sekna fedaî ya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedan gihand asteke din. Zelûx Hemo ku yek ji şervanên YPJ'ê bû ku parastina koka xwe kir û bi nasnav Avesta Xabur jî tê naskirin, di 27'ê Çileya 2018'an de li gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedaî kir. Ev çalakî di rûpelên dîrokê de wek sembola berxwedana Efrînê û şehîd Avesta jî wek xwedawenda wê hate tomarkirin.

Bi dagirkirina bajarokê Marê re kokên çanda Kûbaba bi temamî ji aliyê dagirkeran ve hatin jinavbirin. Gelê ku ji Efrînê koçber bûye, ji bo ku çanda xwedawenda dayik biparêze û herêmê rizgar bike, koçberî Şehbayê bû, kampên koçberan ava kirin û berxwedana xwe li vir didomîne.

ANHA