Detayên qetilkirina 2 xwîşkan li Tirbespiyê hatin eşkerekirin

Ajansa me agahiyên nû yên der barê bûyera kuştina herdu xwişkên li Tirbespiyê de bi dest xistin ku li gorî wan agahiyan herdu bi rêya xeniqandinê hatine kuştin.

Detayên qetilkirina 2 xwîşkan li Tirbespiyê hatin eşkerekirin
17 tîrmeh, 2023   03:41
QAMIŞLO

Di 12'ê vê Tîrmehê de 2 xwişkên bi navê Asye Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18) li navçeya Tirbespiyê hatin kuştin, der barê vê bûyerê de ajansa me agahiyên nû ji Dozgeriya Giştî bi dest xistin.

Dozgeriyê piştrast kir ku roja çarşemê (12'ê Tîrmehê) saet di 7:00`an sibê de bi wefeta her du keçên ku temenê wan jêrî 18 saliyê ye, hatin agahdarkirin.

Çavkaniyekî destnîşan kir ku piştî ku herdu cenaze ji bo navenda Heyva Sor a Kurd a navçeyê hatin veguhastin, lêkolînên pêwîst hatin kirin. Cenaze ji aliyê bijîşkekî şeriî ve hatin taqîkirin. Dûre komîteyeke pispor û pêbawer û xwedî pisporiyên kehrebeyê, hat avakirin, ji ber ku li gorî agahiyên destpêkê, her du keç bi kehrebeyê wefat kirine.  

Piştî domandina lêkolînan diyar bû ku sedema wefatê ne kehrebe bû wek ku malbata herdu xwişkan gotibû bû, lê belê ew bi "xeniqandinê" hatine kuştin.

Li gor çavkaniyê, Niyabeta Giştî di encama lêkolînên xwe de piştrast kir ku kujerên herdu xwişkan bavê wan û apên wan in ku wan ji bo veşartina kiryarê xwe cihê bûyerê guherandin.

Heta niha jî lêkolînên sedema pêkanîna vî sûcî didomin ku li dawiyê dê sûcdar jî pêşkêşî dadgehê bê kirin.

Girêdayî vê mijarê, Kongra Star a navçeyê ev sûc şermezar kir ku tevger û rêxistinên jinan jî vê dozê dişopînin.

(mh/şx)

ANHA