Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

PYD û Kongra Star a Helebê û bi sedan kurdistaniyên li Lubnanê, salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li Beyrûtê pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
16 tîrmeh, 2023   18:42
BEYRÛT

Di şahiyê de bi rêya skype, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî û salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan û gelên herêmê pîroz kir.

Muslim bi bîr xist ku roja destpêkirina şoreşê, roja bidestxistina serkeftinê, pêkanîna hêviyan û armancên şehîdan e.

Her wiha Muslim qala pêvajoyên şoreşê û fedakariyên gelên herêmê kir ku di oxira parastina şoreşê dane kir û banga mezinkirina têkoşînê, berxwedanê û parastina destkeftiyên şoreşê kir.

/ar/uploads/files/2023/07/16/165653_whatsapp-image-2023-07-16-at-7.01.51-pm.webp

Şahî bi pêşandana, berhemên hunerî ji aliyê koma Welatê Rojê  û Koma Şehîd Rojînda ve berdewam kir.

Di dawiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên şoreşê, gerandin.

(şx)

ANHA