Li Efrînê revandin û şelandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 kes revandin. Dagirker li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta jî bi hinceta ku ji bo çinîna simaqê destûr nexwestine, bi zorê pereyan ji gundiyan distînin.

Li Efrînê revandin û şelandin
Li Efrînê revandin û şelandin
Li Efrînê revandin û şelandin
16 tîrmeh, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê, çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Hisên Reşîd Hemze (39) û Mûrad Hisên Mihemed (26) ên ji gundê Kefer Sefir yê girêdayî navçeyê revandine. Çeteyan li gundê Bedîna yê girêdayî navçeya Raco jî kalmêrê bi navê Ridwan Mistefa Hecî (60) revand. Kesên hatine revandin bo cihên nediyar hatine birin.

Li navçeya Şiyê jî çeteyên “têkoşîna li dijî terorê” kesê bi navê Omer Hemîd Hecî Mehmûd (42) revand û bir cihekî nediyar.

Li aliyekî din Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye da zanîn ku çeteyên “Sultan Silêman Şah” ku bi navê “El Emşat” tên nasîn, 40 hezar dolar li xelkê gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabeta xerac ferz kirine. Xerac bi hinceta ku gundiyan ji bo çinîna simaqê destûr ji çeteyan nexwestiye hatine ferzkirin.

Li gorî rêxistinê, navên kesên ku xerac li wan hatine ferzkirin wiha ne: (Ehmed Qasim, Ehmed Racî, Azad Reşîd Izzet, Ebû Enes Menan, Ebû Arif Birîmo, Îbrahîm Yûsif, Îdrîs Arif Mûrad, Îsmaîl Xaltan, Eymen Toba, Hemûdê Weqas, Hesen Reşîd, Hesen Kurdî, Hisên Îso, Hisên Henîf, Hemze Jîro, Henîf Hisên Ebo, Henîf Oso, Hemo Hisên Kewaşê, Hemîd Hemreş, Cemîl Şêxo Ebo, Cemîl Îbiş, Cemîl Hemo, Xelîl Hemo, Raid Qasim, Rêzan Cemîl Îso, Semîr Ekaş, Şêxo Ebdik, Şukrî Îso, Çîlo Ebdurehman Abdîn, Şêxo Ebdurehman Mistefa, Selaheddîn Sîdo, Selah Dilo, Selah Şêx Mistefa, Fayîq Şêxl Cemîl, Qasim Ebû Ehmed, Ebid Îbiş Qasim, Ebdo Mihemed, Ebdo Muxtar, Ebdo Xelîl Dîno, Ebdo Îso, Ebdurehman Qasim, Ebdurehman Misto Hesen, Mihemed Hesen Xoce, Mihemed Oso, Mihemed Hisên Hemroş, Mihemed Ebû Cemîl, Mihemed Ebû Menan, Mihemed Sîdo, Mihemed Şêxo Xoce, Mihemed Ezîz, Mihemed Îso, Mihemed Ebdullah Ubêd, Mihemed Mecîd Çîlo, Mihemed Cemîl Reşo, Mihemed Xoce, Mihemed Menan Hemroş, Mihemed Qaziqlî Îso, Mihemed Îso, Mihemed Nûrî Hiso, Mehmûd Hecî, Mistefa Hesen, Mistefa Ezîz Qasim, Necîb Mistefa Henan, Niyazî Elî Mehmûd, Nazmî Îso, Welat Ebo, Welat Ezîz Qasim û kesê bi navê Mamoste Mistefa tê nasîn.)

(c)

ANHA