Ji bo çûyîna Îmraliyê careke din malbatan serlêdan kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Ji bo çûyîna Îmraliyê careke din malbatan serlêdan kir
14 tîrmeh, 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda girankirî de ye, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Birayê Omer Hayrî Konar ku li Îmraliyê tê ragirtin Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Weysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li her du cihan dan.

3 sal in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.