Bi keştiyeke penaberan re têkilî qut bû

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di keştiyekê de ku 11 penaber tê de hene, ji şeva sêşemê ve têkilî pê re qut bûye.

Bi keştiyeke penaberan re têkilî qut bû
14 tîrmeh, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, keştiya ku 11 penaber tê de bûn û ji beravên bajarê Wehranê yê Cezaîrê bi rê ketibû, têkilî pê re qut bûye.

Keştî şeva sêşemê ji beravên Wehranê yê Cezaîrê ber bi beravên Spanyayê ve bi rê ketibû.

Li gorî navendê, di keştiyê de 11 penaber hene, 6 jê Kurdên ji Kobanê ne, zarokeke 2 salî, jinek û 5 cezaîrî.

Rayedarên Tunisê şeva berê ragihandibû ku cenazeyên 13 penaberan ku keştiya wan li hember parêzgeha Sefaqisê noq bûbû, derxistine.

(fr)