​​​​​​​Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî herêma Zapê bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer ên qedexekirî herêma Zapê bombebaran kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî herêma Zapê bombebaran kir
14 tîrmeh, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek da û ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên taktîk nukleer êrişî Zapê kiriye.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên hewayî û bejahî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Li gel bombardûmana bi balafirên şer, fuzeyên bejahî, tank û obusan, çeperên me yên berxwedanê hem bi bombeyên taktîk nukleer têne bombekirin, hem jî hewl tê dayin ku bi kepçeyan bêne hilweşandin. Artêşa Tirk a dagirker di 11 û 13’ê Tîrmehê de li rojhilat û rojavayê Zapê bi bombeyên taktîk nukleer ên ku bikaranîna wan qedexe ye, êriş kir. Dengê bombardûmanê ji qadên bi kîlometreyan dûrî cihê bombardûmanê ne hate bihîstin.

Herêma Xakurkê;

11’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Qehreman dagirkeran dest bi operasyoneke li hawirdorê kirin. Saet di 12:30’î de bi çekên giran li wan dagirkeran hate xistin ku derketin operasyonê.

14’ê Tîrmehê saet di 08:00 de bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer;

11’ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, çeperên me carekê bi bombeyên taktîk nukleerê hatin bombekirin.

13’ê Tîrmehê saet di 10:12’an de li herêma rojavayê Zapê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Artêşa Tirk a dagirker di 11, 12 û 13’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya li Zapê û Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrişî çeperên me kir, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne.

12’ê Tîrmehê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ê li Rojavayê Zapê yê Şehîd Delîl, dagirkeran ji bejahî ve fuzeyek avêtin û çeper hate bombekirin.

11, 12 û 13’ê Tîrmehê herêma Rojavayê Zapê 5 caran, qada Girê Zengilê ya Garê carekê, Qadên Berxwedanê yên Golka û Girê Hakkarî yên Metînayê 5 caran bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11, 12 û 13’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî yê Metîna û qadên Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê, 462 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”