​​​​​​​Hikumeta Şamê destûr da alîkarî di Bab El Hewa re derbas bibe

Nûnerê hikumeta Şamê yê NY′ê Besam Sebax ragihand ku dê hikumeta wî dê bihêle alîkariyên mirovî di deriyê Bab El Hewa re yê di bin kontrola çeteyên ′Tehrîr El Şam′ de derbas bibe. Lê tevahî deriyên din paşguh kirin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê destûr da alîkarî di Bab El Hewa re derbas bibe
14 tîrmeh, 2023   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dikare deriyê sînor ên bi ser dewleta Tirk ve ji bo gihandina alîkariyên mirovî ber bi bakurê rojavayê Sûriyeyê ve heta 6 mehên din bi kar bîne. Ew yek piştî Konseya Ewlehiyê ya NY’yê di nûkirina xebata gihandina alîkariyan de bi bin ket, pêk hat.

Lê vekirina deriyê Til Koçer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate paşguhkirin. Ruxmî wê, Rêveberiya Xweser gelek caran bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku derî vekin.

Balyozê hikumeta Şamê Besam Sebax duh ji Konseya Ewlehiyê re nameyek nivîsî û tê de tê gotin divê teslîmkirina alîkariyên NY′yê bi hevkariya hikumeta Şamê pêk were. Ew derî bi ser sînorê Tirkiyeyê ve ye û di bin kontrola çeteyên Tehrîr El Şam de ye.

(fr)