Daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa daketina nirxê lîreya Sûriyeyê, rewşa Sûdanê û krîza Lîbyayê kir.

Daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
14 tîrmeh, 2023   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsand: "Daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê bandoreke mezin li piranî welatiyên kir ku krîza debarê zehmettir kir. Heta hin malbat ji ber nekarîna dayîna lêçûnên mêvandariyê, xizmên xwe pêşwazî nakin.

Kalemêrekî 70 salî yê li taxeke başûrê Şamê got mûçeya xwe ya karbesiyê wergirtiye (90 hezar lîre) lê diyar kir ku mûçeya wî kêmî 9 dolaran e.

Roja çarşemê, li Şamê her dolarek bû 10 hezar û 100 lîre. Lê li Banka Navendî ya Sûriyeyê ya hikumetê nirxê her dolarekî bi 9 hezar û 200 lîreya Sûriyeyê bû."

′ÎNSIYATÎFA MISIRÊ JI BO AGIRBESTÊ LI SÛDANÊ: AGIRBESTA HETA 3 MEHAN Û XEBATA SIYASÎ′

Rojnameya El Quds El Erebî li ser rewşa Sûdanî wiha nivîsand: "Duh li Qahîreyê kongreya dewletên cîranên Sûdanê ji bo nîqaşkirina rêbazên bidawîkirina şer û bandorên wê yên neyînî li dar ket. Qahîreyê jî agirbesta heta 3 mehan pêşniyar kir.

Li gorî çavdêran, ev kongre li dar ket ku Qahîre rola xwe ya herêmî vegerîne û bersivê bide hewldanên paşguhkirina krîza Sûdanê."

′LÎBYA: ÎNSIYATÎF GELEK IN LÊ DESTKEFTÎ TUNE NE′

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Piştî nakokî di Meclisa Nûneran û Meclisa Dewletê de der barê encamnameya ‘Komîteya 6+6’ de derketin, gelek însiyatîfên siyasî li Lîbyayê hatin pêşkêşkirin. Wan aliyan li ser hîmekî qanûnî yê ji bo lidarixstina hilbijartinên serokatî û parlamentoyê beriya Adara 2024′an li hev kir.

Çavdêran da zanîn ku gelek însiyatîfên di vê qonaxê de dihêlin dosyaya hilbijartinan heta piştî çareserkirina dosyayên herêmî û navneteweyî bimîne. Ji ber ku helwestên navneteweyî, nakokî û nêrîn der barê dosyayê Lîbyayê de hene.”

(fr)