PYD: Rejîma Tirk hewl dide NATO’yê di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne

PYD′yê zextên dewleta Tirk ên li ser Swêdê li beramberî tevlêbûna wê ji NATO′yê re şermezar kirin û diyar kir “Rejîma Tirkiyeyê hewl dide tevahî hêzan, bi taybet NATO′yê, ber bi xwe ve bikişîne û di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne.”

PYD: Rejîma Tirk hewl dide NATO’yê di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne
14 tîrmeh, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê her tevgereke zirarê bide Swêd û gelê wê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Navê partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya lihevkirinên Tirkiye û Swêdê de, di encama dan û standinên her du aliyan de têkildarî endambûna NATO′yê kete rojevê. Rejîma Tirkiyeyê hewl dide tevahî hêzan, bi taybet NATO′yê, ber bi xwe ve bikişîne û di şerê li dijî Kurdan de bi kar bîne.

Em Meclisa Giştî ya PYD′ê careke din diyar dikin; em rêz û hurmetê didin gelê Swêd û saziyên wê ku roleke girîng di pêkanîna aştiyê de û ji bo dosyaya Sûriyeyê dilîzin. Partiya me tu karekî zirarê bide berjewendiyên Swêd û gelê wê nekiriye, lê em van zext û şantajên li dijî wê ku bandorê li helwestên wê yên mirovî û piştgiriya demokrasiyê dike, şermezar dikin."

(fr)