​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-7-2023
13 tîrmeh, 2023   23:00

"Careke din heke ji Berxwedana 14 'ê Tîrmehê wateyek bê derxistin, ev ne tenê ji bo berxwedêrên li zindanan, ne tenê ji bo rêxistinekê ye; ji ber ku di şexsê berxwedêran de li dijî polîtîkayên îmhakirinê yên ji bo partî û tevahiya gel, li dijî plana îmhakirinê ya topyekûn e. Bersivdayîna rojeke berxwedanê; nîşandana hêza adaptebûna li gorî bangeke bi vî rengî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatparêzan diyar kir ku nameyên gefxwarinê yên radestî Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin xeternak in û bang li tevahî Kurdistaniyan kir ku ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li ser binyada Şoreşa Neolîtîkê li xaka Rojava ku gelek xwedawend lê dijiyan, şoreşa duyemîn a jinan pêk hat. Atargatîs ku parêzvana Firatê û xwedawenda herî mezin ê bakurê Sûriyeyê ye, bûye nîşaneya vegera li nirxên sereke yên çandî yên herêmê.

Li dû hev aloziyên siyasî û aborî û heta ewlehiyê li herêma erebî rû didin. Lê heta vê kêliyê tu çareserî nehatine dîtin. Gelo çawa dikarin ji vê tengiyê derkevin? Gelo tecrubeya Rêveberiya Xweser, çareseriya aloziyên li van welatan e? (BI WÊNE)

Aktîvîst Zeyneb El Xezwî anî ziman ku welatiyên Fransa û Ewropayê bi giştî dizanin DAIŞ hîna bi dawî nebûye û rejîma Tirk piştevaniya wê dike û got "Divê welatiyên Fransayê bizanin ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin bi ewlehiya welatê me ve girêdayî ne." (BI WÊNE)

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo destnîşan kir ku encamnameyên Komxebata Jinan a Peymana Lozanê, ji bo tevahî jinan e û baweriyeke bingehîn e ji bo têkbirina encamên peymana Lozanê ye. Her wiha diyar kir ku ew dê xalên encamnameyê bi tevahî jinan re çi li derve yan jî hundirê Sûriyeyê bi diyalogê û xurtkirina têkiliyan pê re nîqaş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gaziyên Helebê ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyekê ji pêşiya navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Karkeran a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê konferansa xwe li Kafeterya Talê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê civînekê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)