Îran ji Afrîkayê çi dixwaze?

Mistefa El Nemînî diyar kir ku Tehran projeya xwe ya avakirina împaratoriya xwe ya derveyî cografiya xwe didomîne û hewl dide bandora xwe li parzemîna Afrîkayê berfireh bike.

Îran ji Afrîkayê çi dixwaze?
15 tîrmeh, 2023   06:27
NAVENDA NÛÇEYAN- MUHSIN EL MESRÎ

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gera xwe ya 3 rojan a li Afrîkayê bi dawî kir. Ji sala 2013`an ve ev serdana yekemîn a serokkomarê Îranê li Afrîkayê ye. Reîsî serdana Kenya, Uganda û Zîmbabweyê kir. Li gorî medyaya Îranê, Reîsî di gera xwe ya li welatên Afrîkayê de gelek peymanên bazirganî û aborî îmze kirin. Wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku asta bazirganiya bi Afrîkayê re dê îsal milyar dolar zêde bike.

Li gorî pisporan, Îran dixwaze sûdê ji serwetên Afrîkayê bigire da ku ji bandorên cezayên navneteweyî xilas bibe, her wiha hewl dide ezmûna Çînê ya li Afrîkayê dubare bike.

EZMÛNA ÇÎNÊ

Lêkolînerê kar û barên Îranê Mistefa El Nemînî anî ziman ku rejîma Îran hewl dide ezmûna aborî û geşkirinê ya Çînê dubare bike û got: "Îraniyan hewl da bi rêya têkiliyên bi Afrîkayê re û bikaranîna gelek stratejiyan derbasî kûrahiya Afrîkayê bibin. Ji stratejiyên girîng ku îranî hewl didin pêk bînin, hebûna şîeyan û hegemonyaya wê ya siyasî û aborî ya li welatên Afrîkayê ye."

Mistefa El Neîmî diyar kir ku Îranê hewl da bi rêya têkiliyên xwe yên bi dewletên afrîkî re milîs, şane, rêxistin û şebeyên çekdarî li hin welatên Afrîkayê ava bike û got Îranê hebûna xwe li Afrîkayê xurt kiriye û di demên dawîn de hejmara balyozxaneyên wê yên li Afrîkayê ji 8 balyozxaneyan derketiye 16’an.

El Neîmî anî ziman ku Îran ji demeke dirêj ve hewl dide hegemonyaya xwe li Afrîkayê ava bike, sûdê ji rewşa xîzanî û pêwîstiya welatên Afrîkayê bi geşkirinê bigire. Her wiha destnîşan kir ku Tehran bi rêya rêxistinên xêrxwaziyê derbasî Afrîkayê bû û wiha got: "Îran zêdetirî 40 heta 45 milyon kesan bike şîe da ku bibin bingeha projeya wê ya derve, dê wê projeyê li ser binyada mezhebî ji bo parastina berjewendî û armancên xwe bi kar bîne.”.

El Neîmî her wiha got: "Dibe ku Afrîka ji bo projeya Îranê xwedî aliyekî aborî yê demdirêj be. Ji wê zêdetir Afrîka di aliyê hegemonya û guhertina mezhebî de ji bo Îranê gelek watedar e.”

Lêkolînerê kar û barên Îranê Mistefa El Neîmî di dawiyê de destnîşan kir ku Îran xwedî gelek belgeyên derve ye ku dikare ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û bidestxistina destkeftiyan li derve bi kar bîne, bêyî ku ceza bandorê li cografyaya wê bike.

(bb)

ANHA