`Em dê li ser soz xwe bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`

Şêniyên Qamişloyê di merasîma bîranîna 146 şehîdên meha Tîrmehê de, soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

`Em dê li ser soz xwe bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were`
13 tîrmeh, 2023   18:09
 QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, ji bo bîranîna 146 şehîdên ku di Tîrmehê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist.

Di merasîmê de, endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ebdulkerîm Saroxan axivî û fedakariyên şehîdan silav kirin.

Her wiha Saroxan, şehîdên greva birçîbûnê ya 14`ê Tîrmehê ku kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û endamên komîteya navendî dest pê kirine û di oxira azadiyê de, şehîd bûne bibîr anîn.

Saroxan bang li gelê Kurdistanê kir û got: “Divê ev şoreş û berxwedan bi giyanê beriya 41 salan berdewam bike.”

Her wiha Saroxan wiha domand: “Berdewamkirina têkoşînê rêya yekane ya jiyana bi rûmet û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.”

Di dawiya merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Rêvîn Şêxmûs navên 146 şehîdan xwendin.

(şx)

ANHA