Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Xidir Qadir oxir kir

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Xidir Qadir li Goristana Şehîdan a Dîjleyê ya başûrê Kobanê oxir kir.

Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Xidir Qadir oxir kir
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Xidir Qadir oxir kir
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Xidir Qadir oxir kir
Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîd Xidir Qadir oxir kir
13 tîrmeh, 2023   17:39
KOBANÊ

Şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl û partiyên herêma Firatê, tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Qadir ê ku li Minbicê şehîd bûye, bûn.

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Xonav Xelîl axivî û got: “Rojane dewleta Tirk a dagirker êriş herêmê dike. Armanca wê ya yekane û dawî, qirkirina me, şikandina vîna me û têkbirina projeya me ya demokratîk e.”

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Ebdullah Muslim Reşîd got şehîd Xidir, xewna wî azadî bû ji ber wê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û şehîd bû.

Reşîd bang li gelê herêmê kir ku li hember dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA