Wagner radestkirina çek û cebilxaneyê didomîne

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku koma Wagner radestkirina çekên xwe didomîne.

Wagner radestkirina çek û cebilxaneyê didomîne
13 tîrmeh, 2023   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Wagnerê zêdetirî 2 hezar çek, zêdetirî 2 hezar û 500 ton ceblixane radestî artêşa Rûsyayê kirine. Her wiha destnîşan kir ku xebatên radestkirinê li gorî plana ku hatiye dayîn, bi rêve diçe.

Piştî ku Kremlînê bi koma Wagner û serokê wê Yevgeny Prigozhin re lihev kir û di encamê de tevgera leşkerî ya Wagnerê ku demeke kurt dirêj kir, xebatên radestkirinê dest pê kirin.

(şx)