​​​​​​​Xwediyên qurbaniyên komkujiya El Bû Şems daxwaza edaletê kir

Malbat û hevjînên şehîdên komkujiya El Bû Şemis a ku çeteyên DAIŞ`ê pêk aniye, bang kirin ku pêwîst cezayên herî giran li çeteyan werin birîn û li pêş çavên her kesî werin darizandin.

​​​​​​​Xwediyên qurbaniyên komkujiya El Bû Şems daxwaza edaletê kir
13 tîrmeh, 2023   01:16
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ew amade ye çeteyên DAIŞ`ê darizîne, şêniyên herêmê bi kêfxweşiyeke mezin ev biryar nirxandin. Nemaze xwediyên qurbaniyên ku di komkujiyên DAIŞ`ê de hatine kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku gelek herêmên Sûriyeyê kontrol kirin, gelek komkujî li dijî xelkê herêmê pêk anîn. Ji wan komkujiyan, komkujiya El Bû Şems e ku di encamê de 33 welatî hatin kuştin. Di nav wan de şehîd Sena El Saqir hebû ku ji bo jinên herêmê bû sembol.

Komkujî di 19`ê Gulana 2017`an li gundê Cezre El Bû Şems ê rojavayê Dêrazorê pêk hat. Dema çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê Cezre El Şatii êriş gund kir, rasterast gule li zarokan, jinan û kesên temenmezin berandin û her kesê rastî wan dihat li mal û kolanan kuştin.

/kr/uploads/files/2023/07/12/185109_-.webp

Mihemed El Xele, bavê şehîd Osama El Xelef e ku di komkujiyê de şehîd bûye, detayên komkujiyê bi bîr xistin û got: “Înê, 19`ê Gulana 2017`an bû, piştî ku me nimêja xilas kir, çeteyên DAIŞ`ê ketin gund û komkujî pêk anî.”

El Xelef destnîşan kir ku divê çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin û cezayên herî giran li wan werin birîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 10`ê Hezîranê ragihand ku ew dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî yên li cem wê girtî bike. Darizandin wê di dadgehên eşkere, edil û zelal de be. Rêveberiyê bi bîr xist ku `dê darizandin, li gorî qanûnên navneteweyî, xwecih ên tabyet ên terorê be, bi awayekî ku mafên dozgeran biparêze, ji wan qurbanî û endamên malbatên wan`.

/kr/uploads/files/2023/07/12/185050_-.webp

Hevjîna şehîd Mihemed El Hesen, Esma El Ebdullah got: “Di wê rojê de, bahozeke axî li herêmê rabûbû. Piştî nimêja înê, çeteyên DAIŞ`ê ketin gund û gule bê ser û ber li xelkê reşandin. Hevjîn û du birayên wî, bavê wan revandin û birin derveyî gund. Piştî wê me dengê guleyan bihîst. Piştî ku çete ji gund derketin, em li wan geriyan, lê piştî du rojan, me ew di ebareyeke avê de kuştî dîtin.”

Esma bang kir ku cezayên herî giran li çeteyên DAIŞ`ê werin birîn û li pêş çavê her kesî di zûtirîn dem de werin darizandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê girtî ne. Ew ji zêdetirî 60 dewletan e. Heta niha ew dewlet, vegerandina wan çeteyan paşguh dikin ku Rêveberiya Xweser bi tenê barê wan hildigire.

(şx)

ANHA