'Gava şitil mezin dibin' xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhrîcana Uruguay wergirt

Fîlmê “Gava şitil mezin dibin” xelata baştirîn fîlmê dirêj di Mîhîrcana Fîlman a Montevideo ya Navneteweyî li Uruguay de wergirt.

'Gava şitil mezin dibin' xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhrîcana Uruguay wergirt
'Gava şitil mezin dibin' xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhrîcana Uruguay wergirt
'Gava şitil mezin dibin' xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhrîcana Uruguay wergirt
'Gava şitil mezin dibin' xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhrîcana Uruguay wergirt
'Gava şitil mezin dibin' xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhrîcana Uruguay wergirt
13 tîrmeh, 2023   02:30
HESEKÊ-ARAM EHMED

Fîlmê ku dema wê saeteke û 23 deqe ye, ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin. Sînemager Rêger Azad Kaya bi koordîneya her du derhêneran; Deniz Derya û Mihemed Emîn Engîzek senaroyaya fîlmê nivîsiye û derhêneriya wê kiriye.

Film li Kobanê di havîna 2019`an de hatiye kişandin. Çîroka wê li ser firoşkarekî mast ê bi navê Hisên û kuça wî Zelal li Kobanê dijîn û di rê de rastî zarokekî bi navê Hemûdê yê li mala xwe digere, tên. Di rêwîtiya wan a rojekê de gelek zehmetiyan dibînin. Di fîlmê de rastiya civaka nû ya piştî şerê Kobanê ava bûye tê ravekirin.

/kr/uploads/files/2023/07/12/185612_img_5042.webp

Derhênerê fîlmê sînemager Rêger Azad Kaya ji ajansa me re axivî. Kaya got: “Fîlm, havîna 2019`an hate kişandin. Xebatên kişandina fîlmê dirêj nekir. Li gorî standardên sînemayê yên cîhanî, amûrên kişandinê ne têrker bûn. Lê armanca me ew bû ku em balê bikişînin ser mijara fîlmê û karê komî.”

Kaya wiha behsa kesayetên filmê kir: “Ew ji Kobanê ne. tu tecrubeya wan ên lîstikvaniyiê tune ne. Malbat tev li şerê Kobanê bû. Her du zarok jî xwişk û bira ne. Bavê wan di şerê Şêxmeqsûd de sala 2016`an jiyana xwe ji dest daye.”

FÎLM DI 10 MÎHRÎCANÊN CÎHANÎ DE HATE PÊŞANDAN

Kaya destnîşan kir ku fîlmê “Gava şitil mezin dibe” di 10 mîhrîcanên cîhanî de hatiye pêşandan û got: “Ji nav wan Mîhrîcana Fîlman a Meksîko, Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Montevideo, festîvalek li Japonya, Kolombiya, Katalonya û Swêdê, ji bilî hin festîvalên kurdî, ku ya dawî Mîhrîcana Montevideo li Uruguay bû. Di vê mîhrîcanê de, me xelata baştirîn fîlmê dirêj wergirt. Ev yek ji berhemên şoreşê ye. Armanca wê, ragihandina rastiya şoreşa Rojava ye û nasandina sînemageriya kurdî ye.”

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA FÎLMÊ

Der barê astengiyên li pêşiya fîlmê derketine Kaya got: “Di kişandina film de me gelek zehmetî kişandin. Lê çoşa şoreşê, me ji vê yekê bêpar kir. Hemwextî kişandina fîlmê, dewleta Tirk a dagirker êriş Girkê Spî û Serêkaniyê kir. Lê dîsa bi qasî em dikarin me bilez film kişand, rast e demekê rawestiya lê piştî êrişan film derbasî qonaxa prodaksiyonê bû.”

PÊŞANDANA FÎLMÊ

Kaya wiha domand: “Nêrînên sînemageran û derhênerên cîhanî, bi giştî erênî bûn. Vê piştgirî da me.”

Fîlmê “Gava şitil mezin dibin” cara yekemîn li Kobanê û di Mîhrîcana Fîlman a Meksîko de hate pêşandan. Têkildarî wê Kaya got: “Me film diyarî tevahî zarokan kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dane, yên ku ji di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sêwî bûne, kir. Fîlm li gundên Zapatîsta yên Meksîkayê jî hat pêşandan û vê yekê coşeke mezin da me.”

Di dawiyê de Kaya got: “Sînemagerî li Kurdistanê hêdî hêdî bi pêş dikeve. Ev pêşketin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zelaltir e. Em hêvî dikin ku xebatên din ên hunerî çêkin.”

Sînemaya Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî astengî û zehmetiyên li pêşiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin, li gorî rêgeza berxwedan û têkoşînê bi pêş ket

RÊGER AZAD KAYA KÎ YE?

Kaya li eyaleta Agirî ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Sînema li Zanîngeha Antalyayê xwendiye. Sala 2013`an dest bi çêkirina fîlman kir. Gelek belgefîlm ji bo kanalên telefizyonê kişandine. Di gelek fîlman de cih girt mîna “Ji bo azadiyê” û di gelek kurtefîlman de, wek sînemager û montajker, di fîlmê Kobanê de jî derhênertiya lîstikvanî kiriye hem jî wekî lîstikvan cihê xwe tê de girtiye.

(şx)

ANHA