Sozên Koma 7 ji bo Ukraynayê

DYA`yê soz da Ukraynayê ku dewletên Koma 7 dê alîkarî bidin Ukraynayê da ku artêşekê ava bike di aliyê parastina bejahî, hewayî û deryayî de xwedî şiyan be.

Sozên Koma 7 ji bo Ukraynayê
12 tîrmeh, 2023   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`yê serokê Amerîkayê Joe Biden îro li Vilniusê ragihand ku ew li bendê ne ku NATO`yê deriyê endamtiyê li pêşiya KIevê veke û Koma 7 dê alîkariya Ukraynayê bike ji bo ku artêşeke bi hêz a xwedî şiyanên parastina hewayî, bejahî û deryayî ava bike.

DYA`yê di merasîmekê de bi tevlêbûna dewletên Koma 7 û serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, ev mijar ragihand û Biden di merasîmê de got: “Em dê alîkariya wan bikin ji bo ku şiyanên parastinê yên xurt di aliyê bejahî, hewa û deryayê de ava bikin. Pêşeroja Ukraynayê NATO ye.”

Li gorî Reutres`ê dewletên Koma 7 demeke berê, hebûna çarçoveya karekî navneteweyî ragihand ku rê li pêşiya dabînên ewlehyê yên demdirêj ji bo Ukraynayê ve dike. Ji bo ku Ukrayna pergalên xwe yên parastinê li hember Rûsyayê xurttir bike.

Di ragihandineke hebeş de ku dewletên din dikarin tev lê bibin, DYA, Almanya, Japonya, Fransa, Kanada, Îtalya û Brîtanya û Yekitiya Ewropayê gotin; di vê çarçoveyê de, wê amûrên leşkerî yên pêşketî û nûjen werin pêşkêşkirin. Perwerde û veguhastina îstixbaratî û parastina elektronî heye.

Di heman demê de van dewletan bang li Ukraynayê kir ku tedbîrên desthilatê xurttir bike, bi rêya pêkanîna hin guhertinan di dadgeh û aboriya welêt de.

(şx)