Artêşa dagirker li Bedlîsê jî daran dibire

Leşkerên artêşa dewleta Tirk li navçeya Xîzan a Bedlîsê li gundê Xûlepûrê bi sedan darên fêkî û findeqan birîn.

Artêşa dagirker li Bedlîsê jî daran dibire
10 tîrmeh, 2023   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 2'yê Tîrmehê de li 10 gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê "qedexeya derketina derve" ragihand û di nava 5 rojên qedexeyê de zirar da zeviyên şêniyên herêmê û bi sedan dar bi kepçeyan ji binî ve rakirin.

Ji şêniyên gundê Xûlepûrê Mehmet Sakî Altûn diyar kir ku bi sedan darên wî yên fêkî û findeqan bi kepçeyan ji kokê de hatine rakirin û got: "Zeviyê ji 30 donimî di nava çend kêliyan de tune kirin. Divê heyetek bê gund û lêkolînê bike. Divê ev heqaret, ev zilm bê dîtin. Ev şitil ji bo me çavkaniya jiyanê bûn. Yekane armanca wan ew bû ku zirarê bide me û xwezaya me."