Rojnameyên erebî: Normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de disekine

Normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, şerê li Sûdanê û rewşa Iraqê mijarên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de disekine
10 tîrmeh, 2023   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de rojnameya El Ereb bi manşeta "Nêzîkbûna Şam û Enqereyê wekî ku rawestiyaye" nivîsek weşand.

Di nivîsê de wiha tê gotin: "Piştî serketina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, hinekan pêşbinî dikir ku rêgeha têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bi lezeke mezin pêk were. Lê di demên dawîn de derket holê ku di nêrînên Enqere û Şamê de gelek cudabûnên berfireh hene, nemaze piştî ku di meha borî de hate ragihandin ku rêgeha Astanayê ya Kazaxistanê hat rawestandin. Li gel vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, gelek pirs li ser rêgeha têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê xwe didin der.”

Balyozê berê yê Sûriyeyê yê li Tirkiyeyê Nîdal Qebelan pêr daxuyand ku eger lihevkirin li ser şertên sereke yên Sûriyeyê; şertê herî girîng derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê çênebe, dê serokê Sûriyeyê Beşar Esed hevdîtinê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re neke.”

'BI MIJARA BIDAWÎKIRNA ŞERÊ LI SÛDANÊ LÛTKEYEK LI MISIRÊ TÊ LIDARXISTIN'

Rojnameya Şerq El Ewsat di rojeva xwe ya îro de cih da hewldanên bidawîkirina şerê li Sûdanê.

Nivîsa rojnameyê wiha ye: "Li gorî daxuyaniya serokatiya Misirê, roja pêncşemê lûtkeya deweletên cîranên Sûdanê li Misirê li dar dikeve. Lûtke bi mijara nîqaşkirina rêbazên bidawîkirina şerê heyî û danîna mekanîzmayên aktîf ên bi mebesta çareserkirina aloziyê bi rêbazên durist tê lidarxistin. Lûtkeya li Misirê ya ji bo Sûdanê bi hemahengiya rêgehên herêmî û navneteweyî yên din tê lidarxistin.

Ji 15'ê Nîsana borî ve li Sûdanê şerekî dijwar di navbera artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Ebdulfetah El Sîsî û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serokatiya Mihemed Hemdan Degelo (Himêdtî) de rû dide. Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di encama şer de zêdetirî 2 hezar û 800 kes hatin kuştin, zêdetirî 2 milyon û 800 hezar kes jî koçber bûn ku ji wan zêdetirî 600 hezar kes penaberî welatên derdorê, bi taybetî Misir û Çadê bûn."

'LI ENBARÊ PÊNGAVA LI DIJÎ GENDELIYÊ: HELBÛSÎ ARMANCÊN SIYASÎ HÎS DIKE'

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El Quds El Erebî wiha nivîsî: "Li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê pêleke nakokiyên siyasî yên dijwar di navbera serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û alîgirên wî li aliyekî û şêxên eşîran û serokên siyasî yên sunnî yên li dijî siyasetên wî de li aliyekî din heye. Lê alîgirên Helbûsî serokê hikumetê Mihemed Şiya Sûdanî tawanbar dikin ku bi navê gendeliyê pêngavek li dijî alîgirên serokê parlamentoyê avêtiye. Ev yek beriya maratona hilbijartinên meclisên parêzgehan pêk tê ku biryar e dawiya îsal li dar bikevin.”

(bb)