'Em ji bo Rêbertiya xwe dakevin qadan’

Xelkê bajarê Kobanê nameyên gefan ên rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê û desthilata dewleta Tirk dane Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kirin û bang li gelê Kurd kir ku dakevin qadan.

'Em ji bo Rêbertiya xwe dakevin qadan’
8 tîrmeh, 2023   12:45
KOBANÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok duh tev li bernameya Stêrk TV`yê bûbû, got dewleta Tirk û rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan.

Şêniyên bajarê Kobanê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hêrsa xwe nîşan da.

Ciwana bi navê Zîn Ehmed got: "Dewleta Tirk a dagirker li hember Rêber Ocalan hedê xwe derbas kirine. Bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle ku ew binpêkirinên xwe zêdetir bike. Bi taybetî piştî gefên li djiî Rêbertî ku dê jehrê biavêjin xwarina wî. Ev tiştekî pir xeternak e.”

Zîn bang li gelên li seranerê erdnîgariya Kurdistanê kir ku dakevin qadan û wiha domand: "Dem hatiye ku em ji xefletê rabin û desthilatên ku hewl didin rêberê me ji me bi dûr bixin, têk bibin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me azadiya xwe ya fîzîkî feda kir."

Ciwanê bi navê Mihemed Mihemed jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan rejîmên destpot bi hemû rê û rêbazan hewl didin projeya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a derbasî herêmê kiriye, tune bikin û wiha dom kir: “Piştî ku nikarîn li hember Rêbertî û projeya wî ya demokratîk bisekinin, îro bi rêya Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê nameyên gefxwarinê didin Rêber Abdullah Ocalan û dixwazin ku lêhûrbûna wî belav bikin. Rêberê ku zêdeirî 25 salan azadiya xwe ya fîzîkî feda kiriye ji van gefxwarinan natirse.”

′YÊN KU LI SER FIKRÊN RÊBERTÎ RABÛNE, TESLÎMIYETÊ QEBÛL NAKIN′

Mihemed axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li dijî herêmên me komkujiyên herî qirêj pêk anîn, hewl da bi hemû rêbazan me qir bikin. Armanca wan zelal bû, armanc dagirkirina xaka me bû. Lê em ji wan re dibêjin hûn bi ser nakevin. Yên ku li ser fikr û felsefeya Rêber Ocalan mezin bûne, teslîmkariyê nas nakin."

Cîhan Bozan jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl da Rêber Abdullah Ocalan teslîm bigire, lê bin ket û wiha dom kir: “Carekê hevdîtina parêzeran bi rêbertî re qedexe dikin, carekê jî spora meşê qedexe dikin, careke jî nameyên gefxwarinê dişînin. Êdî dewleta Tirk a dagirker nizane kîjan rêbazê bi kar bîne, rêbertî jî di helwesta xwe de bi israr li ber xwe dide. Gelê herêmê li ser fikr û felsefeya wî dimeşe, gefên dewleta Tirk a dagirker dê nikaribin bandorê li gel bikin.”

Cîhan Bozan got: “Dê rojek were û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.”

Ji 25′ê Adara 2021′an de bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

(fr/c)

ANHA