​​​​​​​Dagirker li şûna darên zeytûnan mêtingehan çêdikin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan birîn û li şûna wan mêtingeheke nû ava dike.

​​​​​​​Dagirker li şûna darên zeytûnan mêtingehan çêdikin
8 tîrmeh, 2023   11:39
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, dewleta Tirk a dagirker li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan birîn û li şûna wan mêtingehek nû çêdike. Mêtingeh bi desteka komeleyên îxwanî tê çêkirin.

Erdê ku mêtingeha nû lê ava dikin, yê welatiyê bi navê Xelîl Ebdullah e ku bi dare zorê koçberî herêma Şehbayê bûye. Hate ragihandin ku dê di mêtingehê de 150 mal werin avakirin.

Niştecihên biyanî yên li Efrînê bi bih kirine, darên derdora wî erdî jî dibirin da ku mêtingehê berfireh bikin û êzingan bifiroşin.

(c)

ANHA