OPCW: Depoyên çekên kîmyewî hatin rûxandin

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî diyar kir ku tevahî depoyên çekên kîmyewî yên li cîhanê hatine tunekirin.

OPCW: Depoyên çekên kîmyewî hatin rûxandin
8 tîrmeh, 2023   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku medyaya Rûsyayê weşandiye, "Depoya dawîn a çekên kîmyewî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), duh  li gorî peymana qedexekirina çekên kîmyewî bi temamî hat tunekirin. Ev çek di kargeha ceribandinê ya wêrankirina madeyên jehrî ya li Blure Grassê ya Kentakuchy hatin tunekirin."

Serokê DYA'yê Jeo Biden duh ragihand ku DYA'yê depoya çekên kîmyewî li gorî peymana qedexekirina çekên kîmyewî ya sala 1997'an rûxand.

Peymana qedexekirina çekên kîmyewî di sala 1993'yan de hat îmzekirin û di sala 1997'an de kete meriyetê. OPCW'yê muhleta heta 30'yê Îlona îsalê dabû DYA'yê da ku tevahî çekên kîmyewî birûxîne.

Li gorî serokê OPCW'yê Fernando Arias, dewletên din ên OPCW'yê tevahî depoyên xwe yên çekên kîmyewî di Gulana borî de wêran kirin û Rûsyayê jî depoya xwe ya çekên kîmyewî di 27'ê Îlona 2017'an de rûxandibû.

(bb)