Rêvebera Polîtburoya YNK`ê: Çavê hemû cîhanê li Qamişlo ye

Rêvebera Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku di sedsaliya Peymana Lozanê de çavê hemû cîhanê li Qamişlo ye. Şanaz ji ber astengkirina beşdarbûna mêvanên ji Başûr di komxebata têkildarî Peymana Lozanê de, rexneyên tund li hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin.

Rêvebera Polîtburoya YNK`ê: Çavê hemû cîhanê li Qamişlo ye
8 tîrmeh, 2023   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Şanaz Îbrahîm Ehmed têkildarî nebeşdarbûna wê di Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek nivîskî da.

Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê di 6 û 7`ê Tîrmehê de ji aliyê Navneda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin û 200 siyasetmedar û hiqûqnasên ji Kurdistan û cîhanê beşdarê bibûn.

Şanaz Îbrahîm Ehmed ji ber ku nehiştiye mêvanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî komxebatê bibin, hikumeta Başûrê Kurdistanê bi tundî rexne kir û got; “Hikumeta Herêma Kurdistanê ne tenê xwedî li mijarên dîrokî yên têkildarî Kurd û Kurdistanê dernakve, lê gihiştiye wê astê ku rê nade mêvanên ku diviyabû ji Başûrê Kurdistanê beşdarî Komxebata li ser Lozanê ya li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin bibin jî. Gelo ne ecêb e?”

Şanaz diyar kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber ku berpirsyariya wê ya dîrokî û exlaqî li hemberî Kurdistanê heye û ji ber dildariya wê ya li ser lidarxistina konferans û forumên pir bênirx, diviyabû di sedsaiya Peymana Lozanê de li Hewlêrê konferansek li dar xistiba.”

Şanaz destnîşan kir ku di sedsaliya Peymana Lozanê de çavê cîhanê li Qamişlo ye û got; “Bi rastî ez nizanim gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê doza netewî jî daye sektora taybet û şîrketan? Yan jî doza Kurdperweriyê radestî vî û wî kiriye? Niha çavê cîhanê di sedsaliya saliya Lozanê de li Qamişlo ye. Girtina Deriyê Sêmalka li mêvanên dixwestin ji Herêma Kurdistanê tevlî Komxebat Têkildarî Lozanê bibin, eger rastiya Kurd û êşên kişandî bigire berçav, bêberpirsyariya herî mezin ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Şanaz têkildarî astengkirina çûyîna şande û alîkariyên mirovî yên ji bo Rojava jî ev tişt gotin; “Şermezariyek gelek mezin e ku Herêma Kurdistanê nikare û newêre alîkariya kamyonek şîrê zarokan an jî şandeyekê ji xaka xwe di derîyê sînorî yê din bin kontrola xwe de ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne. Her wiha nikaribe li ser xaka xwe hêsankariyê ji xwîşk û birayên ji netewa xwe re bike. Tevî vê jî wê atmosferek çêbike ku xwediyên rasteqîn yên doza Kurd neçar bibin serî li hikûmet, kom û aliyên din bidin da ku doza netewî ya Kurd zindî bihêlin.”

Şanaz di dawiya daxuyaniya xwe de got, eger desthilatek (Hikûmeta Başûrê Kurdistanê) pratîka wê wiha be, helbet ‘Ey Reqîb’ tenê dirûşmeyek e.

(c)